Berê Kurdistana Sûriyê radigihîne, ew rêkeftina di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa a Sûriyeyê Ehmed û Şera de, despêka çêkirina aramiyê li tevahiya Sûriyê dibînin. Di heman demê de jî daxwazên gelê Kurd bi cih nayîne.”
Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.
Berê Kurdistana Sûriyê îro 11ê Adara helwesta xwe ji vê rêkeftinê nîşan da û evê li jêr, deqa wê ye:
“Em di Berê Kurdistana Sûriyê de rêkeftina di navbera Serokê Rêveberiya Nû Ehmed El-Şerih û Fermandarê QSD Mezlûm Ebdî li Şamê roja 10.03.2025an de hatiye îmzekirin, despêka çêkirina aramiyê li tevahiya Sûriyê dibînin. Di heman demê de jî daxwazên gelê Kurd bi cih nayîne û tenê ji bo xurtkirina desthelata rêveberiya nû li Şamê li ser hisabê mafên gelê me ye, bêyî ku pabendbûneke rasteqîne bi misogerkirina mafên gelê kurd di destûra welêt de hebe.
Îmzekirina rêkeftinê ji aliyê Mezlûm Ebdî ve, ku fermandarekî leşkerî ye û ne nûnerekî siyasî ye, nayê qebûlkirin û nabe bi tena serê xwe li ser rêkeftinên derbarê çarenivîsa gelê kurd li Sûriyê îmze bike. Em dibînin ev rêkeftin rê li ber vegerandina desthelatdariya navendî li Kurdistana Sûriyê xweş dike û her desthelateke kurdî tune dike.
Ya herî metirsîdar ew e, ku ev rêkeftin tevahiya hewlên nêzîkbûna kurdî têk dide û astengiyan li ber çêkirina şandeke kurdî ya hevbeş ku nûnertiya berjewendiyên netewî yên gelê me di danûstandinên bê de li Şamê, derdixe. Ev rêkeftin xuya dike ku QSD biryarên çarenûser dixe destê xwe bi tenê û hêzên niştimanî yên kurd dûr dixe, herwiha helwesta kurdan di her pêvajoyeke danûstandinan de lawaz dike.
Ev rêkeftin tenê di çarçoveya mafên hemwelatîbûnê de bi kurdan re danûstandinê dike, û piştguh dike ku ew neteweke sereke ne li Sûriyê. Ev yek di dûrxistina kurdan ji pêkanîna hikûmeta demkî, Kongreyê Gotûbêja Niştimanî ya Sûrî û Komîteya Çêkirina Reşpilika Ragihandina Destûrî diyar dibe. Girêdana mafên kurdan tenê di çarçoveya mafên hemwelatîbûnê de, mafên wan yên netewî misoger nake. Diviyabû aliyeke navdewletî ya garantor hebûya, ku tevahiya aliyan derbarê mafên gelê kurd pabend bikira, da ku ev rêkeftin nebe tenê gaveke tektîkî û sibe jê paş ve vegerin.
Em, weke Berê Kurdistana Sûriyê, dibînin her rêkeftinek despêkeke baş e ji bo gotûbêjan û rêyeke ji bo çêkirina aramiyê û dûrxistina egerên her şerekî li pêş Sûriyê. Di heman demê de em tekez dikin, ku nabe dest ji mafên netewî yên rewa yên gelê me bê berdan û divê di destûrê de bêne garantîkirin.”