Hêzên Tirkiyê bi topa giran derdora Bendava Tişrînê topbaran kirin, di encamê de teqîn û stûnên dûmanê bilind bûn, û derbarê ziyanan ti agahî nehatin bidestxistin, PKKe û baskên wê yên li Rojava jî li ser şandina sivîlan ji şermezarkirina êrîşên Tirkiyê berdewamin.
Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja sêşemî 11 Adara 2025ê ragehand, karwaneke din yê sivîlan îro gihîştin Bendava Tişrînê, ev karwan ji Reqqa, Tebqa û Dêra zorê ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiyê gihîştin bendavê.
Destnîşan kir, hemwexta gihîştina sivîlan, artêşa Tirkiyeyê bi topa giran derdûra bendavê bombebaran kir, di encamê de teqîn û stûnên dûmanê bilind bûn, û derbarê ziyanan ti agahî nehatin bidestxistin.
Ev alozî di demekê deye ku aloziyên leşkerî li bakurê Sûryê zêde bûne, ku balafirên şer yên Tirkiyeyê duh bi şev hejmarek êrîşên esmanî yên tund pêk anîn, û derdora Bendava Tişrînê û gundê Malha li gundewarê Kobanê û pira Qerqozak kirin armanc.
Li eniyên şer li gundewarê rojihlatê Helebê jî şer û pevçûnên dijwar rû dan, di encamê de HSDê çar endamên çekdarên Artêşa Niştimanî kuştin.