Karwaneke din a malbatên çekdarên DAIŞê ku ji 195 malbatan pêk tê, ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bo Îraqê hatin vegerandin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a ragihand ku êvara duh roja çarşemî 12 Adara 2025ê karwaneke din ya malbatên çekdarên DAIŞê ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hatin vegerandin û gihîştin Îraqê.
Zêdetirî 16 hezar kesûkarên çekdarên DAIŞê yên Îraqî li kampa Holê mane ku bên vegerandin.
Kontrola Kampa Holê niha di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Wezaretê destinîşan kir ku ev 23yemîn karwana malbatên DAIŞiyan e ku tên vegerandin û di vê karwanê de 593 kes hene.
Heta niha zêdetirî sê hezar malbatên çekdarên DAIŞê yên Îraqî ji kampa Holê hatine vegerandin û hejmara endamên wan nêzîkî 13 hezar kes e.
Ew kesûkarên DAIŞê yên tên vegerandin dê pêşî li kampa Cedayê ya li bajarê Mûsilê bên bicîhkirin û piştre jî vegerin cihên xwe yên berê yên li parêzgehên Nînowa, Selahedîn û Enbarê.