Cemîl Bayik: Serkeftina banga Ocalan girêdayî hilweşandina pergala Îmraliyê ye

Cemil Bayik-Hevseroke KCK-Net

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, serkeftina banga Abdullah ocalan girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. 

Cemîl Bayik derbarê geşedanên piştî banga Abdullah Ocalan, ji medyaya partiya xwe “ANF” re axivî û got: «serketina bangê helbet girêdayî gavên Tirkiyeyê ye. Li cîhanê tu pirsgirêk bi gavên yekalî nehatine çareserkirin».

Herwiha got: «Ocalan ji aliyê xwe ve gavên ku divê bên avêtin, avêtin. Anku divê şert û mercên min werin guhertin, divê ev pergala Îmraliyê were hilweşandin».

Cemîl Bayik amaje bi wê kir, eger Tirkiye gavên demokratîkbûnê neavêje û pirsgirêka Kurd çareser neke, pirsgirêka demokrasiyê çareser neke, helbet wê Tirkiye zirareke mezin ji vê bibîne. 

Abdulla Ocalan li 27 Sibata îsal 2025ê bang li PKKê kir xwe fesix bike û çekên xwe deyne, PKKê jî go ji bo ku ew xwe fesix bikin, divê Ocalan were azadkirin û ew bi xwe serperiştîya kongreya PKKê bike, Tirkiyeyê jî di bersiva PKKê de got ku divê ew xwe fesix biken û ti şert û mercan ne avêjin.

Pustên heman beş