Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser banga Abdullah Ocalan a çekdanîn û fesixkirina PKKyê got, “Biryara fesixkirina PKKyê nayê bipaşxistin”.
Bahçelî li ser banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo çekdanîn û peymana entegrasyonê ya ku di navbera rêveberiya Şamê û HSDyê de hatiye îmzekirin de daxuyaniyeke nivîskî da.
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Divê PKK bêyî ku ti mercî pêşkêş bike, li gorî banga 27ê Sibatê, kongereya xwe kom bike û biryara fesixkirinê bide, teslîmkirina çekên bixwîn derengxistin an jî bipaşxistin nabe û ev mijareke rojeva me ye”.
Herwiha got: “Reberê terorîstan ku PKK damezirandiye û fermana wê dide Abdullah Ocalan, di heman demê de rêberê avaker ê rêxistinê ye. Kî çi dibêje bila bibêje rastiya eşkere ev e”.
Derbarê hevdîtina şandeya DEM Partiyê Bahçelî got: “Bê guman min dixwest ez li hevdîtina duyemîn a şandeya DEM Partiyê ya sibê bi Partiya Tevgera Neteweyî re jî beşdar bibim û nêrînên xwe bi hev biguherînin. Lê hevalên min ên ku ji bo nûnertiya partiya me hatine wezîfedarkirin, ez bawer dikim ku dê valahiya min dagirin û dê bi ruhiyeteke zelal û pak ramanên me ji mixatabên xwe re vebêjin”.
Herwiha Derbarê Peymana 10 Adarê ya Mazlûm Ebdî û Ehmed Şera Bahçelî got: “Bi peymana 8 xalî ya ku 10ê Adarê ku li Şamê di navbera Serokkomarê Komara Erebî ya Sûriyeyê û serokê PYD/YPGyê de hat îmzekirin, astengeke girîng hat derbaskirin û yekparebûna siyasî û erdnîgarî ya Sûriyeyê, welatê cîran, hat tescîlkirin”.