7 sal bi ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin

7 sal bi ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin

Berî 6 salan, di 20/1/2018 de artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ser bi wê ve dest bi êrîşa li ser Efrînê kirin û piştî şerê 58 rojan Efrîn û gundewarê wê dagîr kirin. Di encama dagirkirina Efrînê de, zêdetir ji hezar welatiyên kurdên Efrînê şehîd û birîndar bûn, dora 350 hezar welatî jî bi neçarî derbeder bûn. Piştî 7 salan ji dagirkirinê jî, hîna binpêkirinên mirovî, dizî û talan, birrîn û dizîna daran, destdanîne ser mal û milkên xelk û guhartina demografiya Efrînê berdewame.

Piştî şerê 58 rojan, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ser bi wê ve di roja 18/3/2018 de derbasî bajarê ‘efrînê û gundewarê wê bûn û dagîr kirin û dest bi dizî û talana mal, avahiyên fermî, dukan û samanên welatiyên sivîl kirin.

Di êrîşê de, malên sivîlan, dibistan, avahiyên fermî, nexweşxane, mizgeft, cihên dîrokî û pîroz û jêrxaneya Efrînê hatin bomebarankirin û wêrankirin.

Ji ber êrîşê û li gor amarên hatine ragihand, zêdetir ji 300 welatiyên Efrînê yên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlan jî birîndar bûn. Herwiha dora 350 hezar Efrînî jî bi neçarî koçber û derbeder bûn, hejmareke mezin ji wan li gundên di navbera ‘efrîn û helebê de hatin bichkrin û hejmarek din jî berê xwe da herêmên din yên kurdî û Herêma Kurdistanê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, destdirêjî, birîndarkirin, kuştin, revandin û îşkenceyên li hemberî kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Ji bilî van tawanan hewl tê dayîn ku xwezaya Efrînê jî were talankirin. Her weha li gor agahiyên ji herêmê, artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar zêdetir ji 50 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyeyê.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, Keleha Samanê, Şikefta Duderî, Kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar salan berî zayînê, piraniya wan gran bi alavên kolandinê hatine kolandin û têkdan û komên çekdar parek ji wan gran jî kirine navendên serbazî.

Her weha, çekdarên di bin kontrola Tirkiyeyê de heta niha piraniya dar zeytûnên xelkê birîne û dar û berên Efrînê talan kirine.

Dagirker bacên cuda cuda li ser xelkê ku dixwazin vegerin Efrînê ferz dikin.

Dîsa dagirker hewl didin ku nehêln kurd li pey kevneşopiyên xwe jî herin.

Newroza 2023an komkujiyek çêbû.

Erebên hawirde, li Cindrêsê ji ber ku agirê Newrozê pê xistibû 4 kesên ji yek malbatê şehîd kiribûn.

Pustên heman beş