Endamê Komîteya Bicihanînê ya PKKê Murad Qereylan di çavpêkeftineke tilevizyonî de bi kanala nêzî partiya xwe re pabendbûna rêkxistinên PKKê bi banga Rêberê PKKê yê zindankirî Ebdila Ocalan bo danana çekî û xwehelweşandinê tekez kir û got, “Lê divê Hikûmeta Tirkiyeyê derfetê bi Ocalan bide ku bikare piroseya helweşandina PKKê bi rê ve bibe.”
Murad Qereylan herwesa got, “Eger Tirkiye wê yekê neke, piroseya çareseriyê digehe binbestê.” Tekez jî kir, “Em ji bo her ihtîmaleke şer, aştî û piroseya çareseriyê amade ne.”
Di derheqa daxuyaniya Wezîrê Bergiriyê yê Tirkiyeyê de, ku gotibû “nabe PKK behsa agirbestê bike û divê yekser xwe helweşîne”, Qereylan got, “Ew reftar û daxuyanî guncayî nînin û dibin sedema têkdana piroseya çareseriyê û divê Tirkiye pêngavên pêdivî biavêje.”
Navbirî herwesa ragehand ku helsengandinê ji bo pêşhatên piştî banga Ebdila Ocalan dikin û got, “Mimkin e Newroza 2025ê ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsa Kurdan destpêkeke nû be.”
eya Bicihanînê ya PKKê herwesa got, “Ji bo ku ev pirose serkeftî be, divê şert û merc bên dabînkirin ji bo ku Ocalan bê azadkirin û bi awayekî çalak tevlî wê piroseyê bibe, ji ber ku çekdanan piroseyeke û tenê Ebdila Ocalan dikare rêberîtiya wê bike. Herwesa divê dewlet jî çaksaziya qanûnî bike.”