Ekrem Îmamoglu hat desteserkirin

Ekrem-Îmamoglu-net

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu hat desteserkirin. Li gorî agahiyan, polîs Îmamoglu ber bi Dadgeha Vatanê ya Stenbolê ve dibin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 105 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di vê çarçoveyê de hat desteserkirin.

Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun û rojnameger Îsmaîl Saymaz jî hatin desteserkirin.

Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.

Îmamoglu beriya ku were desteserkirin vîdeoyek belav kir û got: “Komek aqil ku dixwazin îradeya gelê me dagir bikin, polîsên min ên delal ji bo xerabiyê bi kar tînin û bi sedan polîs anîne”.

Herwiha got: Ez dixwazim hûn zanibin ku ez serî natewînim. “Ez ji we hez dikim û xwe emanetî gelê xwe dikim. Bila her kes zanibe, ez dê li ser pêyên xwe rawestim”.

Pustên heman beş