Bûbê Eser
Zîndana Diyarbekir ya ji bona hemî hêjayiyên kurdan têk bibe, hatibû damezrandin. Loma jî ji bona reng û dengên kurdan, sembol û hêjayiyên wan tune bike, bi her awayê kar û xebat, tade û êşkence li ser serê girtiyan dikirin û diceribandin.
Ji ber vê bû ku wan zimanê kurdî di zîndanê de li girtiyan û li kesên dihatin seredana zarokên xwe jî, hatibû qedexekirin. Armanc ji vê ji bîrkirina zimanê kurdî û xurtkirina zimanê tirkî bû.
Karbidestên zîndanê baş zanîbûn ku bi karanîna zimanê tirkî, wê bibe sedema ji bîr kirina zimanê kurdî û bi karanîna zimanê tirkî. Di vî warî de çi ji destê wan hatibû kirin û di gelek war û merheleyan de bi ser jî ketin.
Dagirkeran û bi taybetî karbidestên wê zîndanê li girtiyan, naskirina sembolên kurdî û kurdistanê hatibûn qedexekirin. Karbidestên zîndanê ji bona yên di zîndanê de bûn bi nasandina sembol û hin taybetiyên tirkan bi darê zorê bidin naskirin û qebûlkirin, kar û xebat dikirin û kiribûn.
Yek ji wan jî danasîna alaya tirkî bû ku ew li seranserê dîwarên zîndanê hatibû neqişandin. Ev têr nekir salon û dîwarên hemî qawişan bi ala tirkî xemilandibûn. Bi serde tawanên qawişan jî bi temamî bi ala tirkî nekişandinbûn.
Ji xwe li wê zîndanê, razan tenha li ser piştî bû. Şikil û awayên din hatibû qedexebkirin. Dema ku em weke girtiyên wê zîndanê radizan, çavên me bi wê alê diket. Heta ku em di xewde biçûyana, çavên me her li wê bû. Reng û dengê alê, xwendina sirûdên li ser wê, bê daxwazî jî di mejiyên gelekan de hezkirina wê alê rûdinişt
Yanî rabûn û rûniştina me û heta razana me jî, çavên me tenê ala tirkan û sirûdên wan yên nîjadperestî ku li ser dîwaran hatibûn nivîsîn, didîtin. Armanc ji wê reng û şiklê ala tirkan, ji dîtina çavan derbasî mejî biba bû. Ev jî dem dihat ku ew ala bi xwîna kurdan hatibû çêkirinê bi hin girtiyan xweşik dihat dîtin an ew weke ala xwe didîtin.
Loma jî gelekên ji wê zîndanê derketin, rêvebir û berpirsên pkk tim dianîn zimên û digotin: ”Tu problemeke me bi ala tirkan re tune ye”. Ji xwe çi bû ji vê destpê bû.
Lê em vê yekê jî baş zanin ku ji roja pkk hate ser erda kurdistanê û heta niha wê bi tu awayî ala kurdî weke ala Kurdisaniyan qebûl nekirine. Ji bona ku ew weke ala Kurdan neyê naskirin jî heta niha çi ji destê wê hatiye kiriye û dike.
Sedema li dij ala kurdî derketandin, nenaskirina ruhiyeta kurdî û welatê kurdan Kurdistan bû. Ji ber ku aqilmend û rêvebirên pkk baş zanîbûn ku Al namûs e, al welat e, al azadî ye, al xwenasî ye. Al remz û sembola welatekî ye. Her miletek her welatek bi ala xwe têne naskirin. Bi nerîn û dîtina alekê mirov dizane ku xwediyê wê alê kî ye an kîne. Ji ber vê girîngiyê ye ku dagirkerên me tim hewld dana, kar û xebat kirine ku kurd vê alê nasnekin. Ev jî li ser destê pkk pêk anîn û tînin.
Em Kurd jî xwedê ala xwe ne û ev al hebûna me di qada navneteweyî de dide nasîn ku em kurd in. Ev ala pîroz ji şoreşa agirî de reng û dengê xwe weke ala kurdî girtibû. Di komara Kurdistanê ya li mahabadê de ev al weke ala dewleta kurdî hate danesîn û naskirin.
Niha ev al, li başûrê kurdistanê li hemî daîreyên dewletê, li dibistan û di qada leşkerî de heye. Loma êdî hemî cîhan dizanin ku ev al ya kurdan e.
Lê hê jî pkk û hemî hevalbendên wê li dij vê alê ne. Ji ber ku ew baş dizanin ku qebûlkirina alê, tê wateya kurdistaneke serbixwe. Aha neqebûlkirina pkk ya ala kurdistanê ji ber vê tê.
Pkk tu caran dewlet ango Kurdistaneke serbixwe nexwestine ku ala kurdî jî qebûl bikin. Neqûlkirina ala kurdî tê maneya nexwestina kurdistanê.
Heger em li daxuyanî û belavokên pkk, rêber û rêvebirên wê binerin, em ê bibînin ku hemî bi yek dengî li dij vê alê dertên. Yanî bi kurt û kurmancî pkk li dij ala Kurdistanê ne, naxwazin welatek bi nav kurdistanê hebe an bê damezrandin.
Kes, rêxistin û rêvebirên vê ala pîroz qebûl dikin, pkk tim şerê wan kirine û dikin. Li kuçe û kolanan ev ala pîroz şewitandine. Yên ev al parastine şerê wan kirine. Îspata herî mezin jî ew e ku piştî azadiya başûrê kurdistanê, pkk di her warî de şerê wan kirî ye û dike.
PKK ji roja rojde ye ku şerê Barzaniyan dikirin û dikin. Ji ber ku Barzaniyan tim xwedîtî li wê ala pîroz kirine, ew parastina û hewl dane ku wê rojekê li ser çiya, kendal û newalên kurdistan hildin. Ji bona ev nebe, pkk tim şerê PDK û Barzaniyan kirine.
Divê ev baş bê zanîn ku, di wê zîndanê de çi tiştên ji bona me zîndaniya baş bûn, li me hatibûn qedexekirinê. Li ser axa pîroz jî, çi tiştên ji bona kurdan baş in û baş bûn, pkk li kurdan qedexe kiribûn û kirine. Loma jî di tekoşîna xwe ya zêdeyê çel salan de rojekê jî pkk li ala kurdistanê xwedî derneketin û ji bona ew neyê hildan û naskirin jî çi jê hatiye kiriye û dike.
Têbînî: Newroza gelê xwe pîroz dikim. Bi hêviya ku em ê rojekê Newroza xwe di Kurdistaneke azad û serbixwe de pîroz bikin.