Hevseroka Konseya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat li ser dema çekdanîna PKKyê axivî û diyar kir ku heta bingeha hiqûqî neyê danîn PKK çekên xwe danayne.
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat ji Medya Haberê re axivî û diyar kir ku dewlet di pêvajoya çareseriyê de ne cidî ye û wiha got: “Dewlet cidî tevnagere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn”.
Herwiha diya kir, Heta roja îro jî ev Wezîrê Dadê yê ne cidî Yilmaz Tunç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.
Besê Hozat got: “Hefteya ku bang hate kirin divabû mafê hêviyê yekser bihata bicîhanîn. Ev pêvajo divabû di nava hev de, paralelî hev bi rê ve biçûya lê belê ev nehat kirin. Ji bo mafê hêviyê bê bicihanîn pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebû. Şert û pêwîstî bû ku li meclisê komîsyon bê avakirin, sererastkirinên hiqûqî û yasayî bêne kirin, guhertinên qanûnî bêne kirin lê belê ev nehatin kirin”.
Hevseroka KCKyê Besê Hozat got: Heta ku Rêber Apo nebe, heta ku Rêber Apo yekser nekeve dewrê PKK nikare kongreya xwe bicivîne, nikare biryarê bide, nikare xwe fesix bike, gerîla nikare dest ji çekan berde.