HSDê 2 dironên Tirkiyê xistin xwarê

HSD-Turkey Drone-info

Hêzên Surya Demokratîk 2 firokeyên bê firokevan yên hêzên Tirkiyê li derdora Bendava Tişrînê li xistin xwarê.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja sêşemî 25 Adara 2025ê ragehand ku HSDê 2 firokeyên bê firokevan yên hêzên Tirkiyê li derdora Bendava Tişrînê li rojihlatê Helebê xistin xwarê, bê ku agahî derbarê ziyanên mirovî di nav sivîlan de di encama ketina wan de bên girtin.

Herwiha diyar kir, di 22ê Adarê de jî, HSDê firokeyeke bê firokevana Tirkiyê li gundewarê Til Temrê, li bakurê Hesekê, xistiye xwarê, dema ku wê firokeyê dixwestî êrşî cihên HSDê bike.

Rwangeha Sûrî zelal kir ku endamên HSDê karîbûn wan firokeyan bikin armanc berî ku ew firoke karbin ti erkan pêk bînin.

Pustên heman beş