HSD: Terorîstekî DAIŞê li parêzgeha Hesekê hat girtin

HSD: Terorîstekî DAIŞê li parêzgeha Hesekê hat girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) bi piştgiriya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî teroristekî DAIŞê li parêzgeha Hesekê girt.

Navenda Ragihandinê HSDê di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên TOL ên ser bi HSDê ve bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî duh 25ê Adarê operasyoneke ewlehiyê li bajarokê Tiwêne yê li parêzgeha Hesekê li dijî şaneyeke DAIŞê pêk anîn.

Diyar kir jî, di operasyonê de teroristê DAIŞê bi navê “Ebdullah Xidir Nasir El Ferox” girt. Her wiha 3 telefon û belgeyên takakesî yên li gel terorîst hatine dîtine, hatin desteserkirin.

Fermandariya Giştî ya HSDê roja 23ê Adarê di salvegera 6’an a têkbirina DAIŞ’ê de diyar kiribû, DAIŞ hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werbigire û xwe zindî bike.

Herwiha got: “Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navdewletî, avakirina dadgeheke navdewletî heye.”

Pustên heman beş