PKK’eîyan li Lozanê di pîrozbahîyên Newrozê de êrişî şaîrê Kurd kir, Kurdan li medyaya civakî de bertekek mezin nîşan da

PKK’eîyan li Lozanê di pîrozbahîyên Newrozê de êrişî şaîrê Kurd kir, Kurdan li medyaya civakî de bertekek mezin nîşan da

Duh li bajarê Lozanê li Swîsreyê di pîrozbahîyên Newrozê de 5 endamên PKK’ê êrişekî fîzîkî bir ser şaîr û çalakvanê Kurd Azad Penaber. Azad Penaber, êrîş li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir û wêneyên êrîşkeran weşand. Piştî vê yekê, gelek piştgirî ji aliyê bikarhênerên medyaya civakî ve bo Azad Penaber hat kirin.

Şaîr û çalakvanê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Azad Penaber, duh li ser medyaya civakî ragihand ku di Newroza Lozanê de 5 apocîya êrîş kirine ser wî. Wî her wiha wêneyên êrîşkeran û vîdyoya êrîşê jî weşand. Tête gotin ku êrîşker endamên rêxistina PKK’ê li Ewropa ne û xebatkarên sazîya “ciwanên welatparêz”in.

Li medyaya civakî bertekên mezin hatin nîşandan, gelek Kurdan êrîşa li ser Penaber wekî “êrîşa terorî” binav kirin. Nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên navdar jî gotin ku Penaber “PKK’e rexne nekirîye tenê hinek  pêşniyarên cuda kirine, lê belê PKK vê yekêjî tehemûl nake”

Azad Penaber ji bajarê Mûşê ye û ji ber zordestiyên dewleta Tirk koçberî Ewropayê bûye. Berê nêzîkî PKK’ê dixebitî, lê niha bi awayekî serbixwe dixebite. Penaber di Newroza Swîsreyê ya sala borî de rexne li PKK’ê kiribû û gotibû: “Di Newrozê de tenê ala û remzên Kurdî bilindbikin, rengên PKK û wêneyên Ocalan ne pêwîst in.” Ji wê demê ve PKK Azad Penaber kiriye armanc.

Penaber, ku li ser medyaya civakî bi awayekî vekirî çi rexneya li PKK’ê nake tenê li ser dîrok û çanda Kurdî lêkolîna dike, niha ji aliyê PKK’ê ve tê armanckirin. PKK bi vê êrişkarîyê dixwaze rewşenbîr û ronakbîrên niştimanperwer ên Kurd çavtirsandî bike.

Piştî daxuyaniya Ocalan di 27 ê Sibatê de, gel û rewşenbîrên Kurd bertek nîşan dan û gelek kes ev daxuyanî vekirî rexne kirin. Di vê Newrozê de jî, rexmê rêgirîya PKK’ê Kurdan li gorî wateya wê Newroz li derên cihêreng bêyî propaganda yên PKK’ê pîroz kirin. PKK û rêxistinên wê ji ber tirsa ku Kurd ji bin desthilata wan derdikevin, dixwazin bi gef û zorê Kurdan bêdeng bikin.

Pustên heman beş