Biryar e îro 27ê Adara danê êvarê bi boneya cejna neteweyî ya Newrozê, şahiyek li Parîsê were lidarxistin.
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Parîsê merasîmê organîze dike. Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, Serokê Koma Lêkolînên Kurdî li Parlamentoya Fransayê Thomas Porte, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, li gel hejmarek senatorên Fransî û Kurdên diyaspora dê beşdarî merasîmê bibin.
Beriya merasîmê, Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw dê bi Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo re bicive.
Dostaniyeke dîrokî ya Fransa û Kurdistanê heye. Berê Fransiyan di rojên dijwar de alîkariya kurdan kirine û hertim hewl dane ku statuya Herêma Kurdistanê biparêzin. Niha jî Fransî dixwazin Newrozê li dostên Kurdan pîroz bikin.
Ji Tîrmeha 2019an vir ve, Parîs û Hewlêr peymaneke dostanî û heVahengiyê îmze kirine û bûne bajarên destexwişk. Armanca peymanê jî, pêşxistina hevkariya di navbera her du paytextan de ye.