Malbata Ocalan dê serdana Îmraliyê bike

Imrali-ocalan-malbat-info

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê îro ragehand, daxwaza malbatê heye ku bi Ocalan ra hevdîtnê bike û got: “Em vê daxwazîya wan dinrxînin”.

Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç berî Komcivîna AK Partiyê ya TBMMyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Li ser pirsa gelo heyeta DEM Partiyê dê bi Abdullah Ocalan ra hevdîtinê bike yan na, Tunç wiha got:

“Ne ji bo hevdîtina çarem, lê ji bo Îmraliyê daxwaza malbatê heye ku bi Ocalan ra hevdîtinê bike. Em vê daxwazê dinirxînin. Pêşdatir Omer Ocalan hevdîtin kiribû. Der heqê malbatê da pêşdatir hevdîtinên birayê wî çêbûbûn”.

Herwiha got: “Di vir da mijar, di çarçoveya mafên girtî da tê nirxandin. Em ê daxwaza der barê hevdîtina malbatê da binirxînin”.

Ji bo pirsa kê dê hevdîtinê bike, Tunç got ku li gorî daxwazê dê li mijarê were nihêrîn.

Pustên heman beş