Mustefa Ozçelîk: Ala Kurdistanê dê rojekê li esmanê Kurdistana azad biheje

Mustefa Ozçelîk: Ala Kurdistanê dê rojekê li esmanê Kurdistana azad biheje

Serokê Partiya Welatparezên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelik îro 27ê Adarê nerazîbûn nîşanî derbirîna kîn, nefret û dijminatiya li hemberî kurdan da û got: “Ala Kurdistanê dê rojekê li esmanê Kurdistana azad biheje. Ev 100 sal in ku tevî şehîdbûna bi sed hezaran kurdan û berdêlên mezin û têkoşîna mezin Ala Kurdistanê li erdê neketiye.”

Daxuyaniya Serokê PWKê Mustafa Ozçelik:

Ala Kurdistanê ku ji aliyê Serokê Komara Kurdistanê Qazî Muhammed ve radestî rêberê gelê Kurd ê mezin Mistefa Barzanî hat kirin, îro bi vê ala li ser Parlementoya Herêma Federal a Kurdistana Iraqê ku ji aliyê dewleta Iraq, Komara Tirkiyê, Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên cîhanê ve bi fermî hatiye naskirin, li ba dibe.

Em peyva “rax”ê ya ku hinek kes wek derbirîna kîn, nefret û dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan û wek eşkerekirina dûrbûna xwe ji nirxên mirovahiyê bi kar tînin, venagerînin; Ev jî dê ji bo wan bibe rêzek.

Lê tu hêz nikaribe rê li herikîna dîrokê bigire: Ev ala tu carî ji destê me nayê standin, her çar parçeyên Kurdistanê teqez wê azad bibin û Ala Kurdistanê bi serbilindî li hemû ezmanên Kurdistana azad biheje; Li ser vê yekê qet gumana me tune.

Bila ev ji bo kesên ku dilên wan bi nefretê tije ye bibe derd.

Em bang li parêzvanên azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê yên li Tirkiyeyê ku xwedî nirxên mirovahiyê ne, li hemberî kesên bêhurmetiyê li ala û nirxên neteweya Kurd dikin, bibin xwedî helwest û dengê xwe bilind bikin.

Pustên heman beş