Nasnameya 2 keçên Kurdan ku di nava PKKê de du mehan berê hatine kuştin ji nû ve aşkere bû, PKKê berê wan da mirinê û di pesnê wan de dibêje: “Wan temsîla ruhê fedayî yê jinên Kurdan dikir!”.
PKKê di medyaya xwe de wêneyên herdu keçên Kurd yên bi kodnavê “Delal û Zîlan” parvekirye û gotiye: “Di 24 çileya 2025ê de Delal û Zîlanê li herêma Heftenînê ji bo ku nekevin destê dijmin, bombeyên xwe bi xwe de teqandin û şehîd bûn”.
Rêxistina PKKê ev herdu keçên Kurd weke bi hezaran rêhevalên wan bi navê welatê şêrîn xapandin û kêşî çiyayêm Başûrê Kurdistanê kirin, piştre ji boy projeyên Apo yên mîna Neteweya Demokratîk û Biratya Gelan ku ti pêwendîya wan bi Kurd û Kurdistanê ve tune, dan kuştin.
PKKê mirina Delal û Zîlanê du mehan li malbatên wan veşart û îro ji nû ve mirina wan îlan bû, rêxistin di pesnê wan de dibêje: “Wan temsla ruhê fedayî yê jinên Kurdan dikir!”.
PKKe her roj wêneyên komên keçên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, keçên ku berê wan daye mirinê û mirina wan bi salane veşartî maye, li gorî wendahîyên ku aşkere dibin, xweya dibe ku çi dewletên dagirker û çi dijimnên Kurdan bi qasî PKKê keçên Kurdan nekuştine û bê maf û bê rûmet nekirine.