Nizamettin Arîç, Ocalan û Qiral Tazî ye

nizamettin

Di vê demê de, hêzên PKKê kampanyayek êrîşê li dijî Nizamettîn Arîç da dest pê kirine. Sedema vê kampanyayê, rexneyên Arîç li ser daxuyaniya Evdilla Ocalana ya 27 ê Sibatê ye. Arîç, wek hunermendekî, rexneyên xwe bi hunerê kirine û li ser kaxizekê xêz kirine. Li hemberî rexneyên Arîç, PKKê bi êrîş, gef û belavkirina nûçeyên derewîn re bersiv daye. 

Arîç, ji sala 1970 an vir ve beşekî têkoşîna hebûna Kurdan e. Bêguman ew jî dizanî ku wê reaksiyonên mezin li hemberî rexneyan werin ser wî. Dizanî ku, PKKe dixwaze wî liç bike. Lê rexmê hemî êrişan Arîç hember PKKê ser ne tewand û çok nedanî. Ewî wek zarokê “azad û bêtirs” got “Qiral tazî ye”. 

Qiral tazî ye… 

Nivîskarê Danîmarkayî Andersen di çîrok-romana xwe ya klasîkên cîhanî a bi navê “Qiral Tazî ye” heye. Li gorî vê çîrokê, qiral ku pirr ji cilûbergan hez dike, gazî xeyatekê dike da ku cilêkî nû ji wî re çêbike. xeyat tê û cilêkî dike ber qiral. Lê qiral di qûdîkê de dibîne ku ew tazî ye û li ser terzî qîr dike û dibêje: “Tu qumaş tuneye!” Terzî bersiv dide: “vî cilî tenê mirovên jîr dibînin.” Qiral jî ji ber ku weke bêaqil neyê dîtin, qebûl dike. Paşê qiral di nav gel de bi cilê xwe yê tazî digere. Gel jî ji ber tirsê, dibêjin cilên te pirr xweşikin qiralê min. Lê di nava qerebalixiyê de zarokek derdike ve pêş û dibêje ‘aa qiral tazî ye’

Zarokê ku tirsê wî nîne, tiştekî ku kes nikare bibêje, dibêje. Ew azad e, bêtirse û bê guman e.  

Jiyana Muzîkê ya Nîzamettîn Arîç a 50 sala a… 

Arîç di sala 1976 an de li Enqereyê dest bi jiyana xwe ya muzîkê kir. Bi dengê xwe yê zelal û rindîya xwe di demeke kurt de bû navdar û bi navên wek Îbrahîm Tatlises re, hatta ji wan jî zêdetir, navdar bû. Di 1979 an de yekem albuma xwe ya Kurdî çêkir. Yekem kes bû ku aşkera kir muzîka Kurdî tê dizîn û wek “stranên herêma rojhilatê Tirkiyê (Kurdistan)” têne Tirkîkirin. Di hevpeyivînekê de got: “Stranên rojhilatî ji kasêtên Kurdî tên berhevkirin.” Ji ber vê helwesta xwe ya Kurdperwer, 15 sal cezayê zîndanîkirinê li ser wî hat birîn. Ji Tirkiyeyê reviya û çû Rojava, paşê jî derbasî Ewropayê bû. Bi kurtasî, Arîç tam 50 sal e ku li ser muzîka Kurdî dixebite û vê yekê bi bedelên mezin kirîye. Ne weke Îbrahîm Tatlises Ji bo pere, dewlet û şohretê nexebitî ye. 

Ne ji dewleta Tirk re bejna xwe tewand, ne jî heberî hinek rêxistinên Kurd. Wî ne tenê wek muzîkvanekî, lê wek hunermendekî Kurdistanî û rewşenbîrekî serbixwe sekinî birumet nîşanda. 

Nizamettin Arîç, heke zekata berhemên xwe yên ji bo çanda Kurdî bide, têra êrîşkarên wî dike 

Arîç bi dengê xwe, berhemên xwe û helwesta xwe gelek destkeftên girîng ji bo muzîka Kurdî kiriye. Muzîka kevneşopî ya Kurdî neguherand, lê bi şêwazê nûjen û modern xemiland. Berhemên wek Ehmedê Ronî û Keleşo çend mînakên berhemên wî ne. Stranên wek Dayê Rojek Tê û Ez Şahim Delalamin ji xwe bûne klasîkên muzîka Kurdî. 

Bi ruhekî Kurdistanî, her dera ku êşekî Kurdî hebe, her ku êrîşek li ser Kurdan çêdibe, Arîç li hemberî vê êrişê sekinîye. Ji bo Geliyê Zîlan stranekî mewal got, qetlîamên Helebçe û Roboskî ji bîr nekir, û di dema dagirkirina Serêkaniyê ya Rojava jî bi hêza muzîkê dijî dagirkerîya Tirk sekinî. 

Murîdên PKKê ji ber rexneyên Arîç li ser Ocalan hêrs bûne, niha wî bi wêneke wî ya sala 1976 an a ku di rojnameyên Tirkî de derketine, di xwazin tawanbar bikin. 

Lê rastî ev e ku Arîç ne tenê îro, di kevin de jî desthilatdariya PKKê li ser huner û hunermendan qebûl nekirîye. Heke Arîç zekata hûnera ku ji bo têkoşîna Kurdî kiriye bide, têra paqijkirina êrîşkarên wî jî dike. 

Em nabêjin ku sê wêneyên Nizamettin Arîç weşandiye, raste in an xelete. Ji ber ku çîroka Nizamettin Arîç, ne çîroka hunermendên ku bi drûşmên “bijî bijî” ye û Ne jî çîroka popûlîstên bêhiş û partîzanî ye. Jiyana wî ne wekî kesekî ye ku di nav çepikan û alîkarî-palpiştîya partiyekê xwe mezin kirîye. Jiyana wî, jîrîya wî ya hûnerî, rewşenbîrî û qabiliyeta wî, bi çand û kedê xwe, xwe bi xwe afirandiye. Ew bi palpiştiya çi hêzan ne bûye hûnermend. Nasnameya wî ya hûnerî Kurdî û Kurdistanî ye.

Her dema ku ew têlên tenbora xwe dide, her ku li pifdike neya xwe êş û azarên Kurdan di lorîne. Kurdên ku zext û zordarîya PKKê li ser hûner û hûnermendên Kurd dike qebûlnakin li kêleka Nîzametîn Arîç bicivin.

Pustên heman beş