Li bakurê Kurdistanê kî zêdetir xayîn e, Ocalan yan qoricî?

Li bakurê Kurdistanê kî zêdetir xayîn e, Ocalan yan qoricî?

Biryara PKK’ê ya xwe fesixkirinê biryareke ku divê hemû Kurd piştgiriyê lê bikin. Bi vê biryarê şanseke din ji kurdan re çêdibe daku ji xwe re rêyekî hêjan netewperwer û azadîxwaz çêkin. Tiştekî pirr girîng e ku kurd wê bikaribin texrîbata hest û fikrî ya ku PKK’ê bi têgehên “şer, çek, şehîd û berxwedan” ya li ser mejîkê kurdan çêkirî xelas bikin.

Lê, divê em wê heqîqetê bibînin ku bandora PKK’ê ya li ser civakê zo bi zo naşkê. Ji ber ku dewlet dixwaze PKK’e xwe fesix bike û dev ji çek berde, lê belê naxwaze kontrola PKK’ê ya li ser kurdan xelas bibe, ji ber ku dewlet bi rêya PKK’ê tevahiya kurdan kontrol dike. Ji ber vê yekê ew rê nade ji derveyî PKK’ê li Kurdistanê hereketeke serbixwe çêbibe. Heman dem rêveberên PKK’ê jî naxwazin dest ji desthilatdariya heyî berdin. Ji aliyekî din ve li Tirkiyê, li Europa û li cihên din, gelekî xebatkar, sîyasetmedar, kadro û bazirgan hene ku ji hebûna PKK’ê rantê siyasî û aborî bi dest dixin. Û ev rastiyê nîşanî me dide ku hem dewlet hem jî derdora PKK’ê rêxistin û avahiyên kurdan yên ku piştî PKK’ê çêdibin zêde bi dostanî nêzî wan nabin. Û hetta em dikarin bibêjin ku evê dijminatiya van hereketên kurdî bikin.

Yanî PKK’e dev ji çek berde jî, dev ji yeqeyê kurdan bernade, ji boy ku kurd bikaribin xwe ji vê xefikê xelas bikin pêwîste ku wan têgeh û siloganên ku PKK’ê van 40 salan û bi taybetî jî 20 salên dawiyê di mejîkê kurdan de çêkirine, analîzeke pir alî bikin. Weke mînak gotina, “îxanet û xayîn” divê ji nû ve bê destgirtin. Bi rastî jî di nava Kurdistanê de xayîn kî ye?

Divê bişkoka yekem şaş neyê girêdan

Heger hûn bişkoka yekem ya qemîsê xwe şaş girê bidin, rêza din hemû şaş tê girêdan, heman demê heger hûn destpêka PKK’ê û avabûna wê rast fêm nekin, tehlîlên piştî wê jî bên kirin hemû şaşin. Heger dixwazin PKK’ê şîrove bikin, divê bibînin ku Evdilla Ocalan û PKK’e ji destpêka xwe ve mesûm nebûne. Dema em dibêjin dewleta Tirk PKK’e bi Ocalan da damezrandin, êrîş li ser me çêdibe. Hem dewlet, hem jî PKK’e êrîş dike. Heman demê hinek nerazîbûn ji xelkê jî derdikeve. Helbet ewqas hêsan nîne, bi hezran însanan li derdora PKK’ê jiyana xwe ji dest dane, ji hinek malbatan 5-6 kes tevlî PKK’ê bûne. Dema tu dibêjî ku Ocalan PKK’e bi piştgiriya dewletê ava kiriye, însan bi hestê xwe nikare vê heqîqetê qebûl bike. Heman demê ew ditirsin ew nîzama pişta xwe danê hilweşe, ji ber vê yekê nerazîne, lê belê heta ku hûn heqîqeta PKK’ê ya destpêkê nezanibin, hûn nikarin gavekî rast ji kurdan re bavêjin.

Rexneya li ser PKK’ê ne eve ku di taktîk û siyaseta xwe de hinek şaşitî kirine

Şaşitiyên PKK’ê şaşitiyên siyasî û taktîkî nîne. Yên PKK’ê ne şaşitîne, PKK’ê bi şêweyekî zanebûn û arastekirî hereketên Kurd û Kurdistanî ji mîhwerê wan dûr xistiye, ji ber vê yekê li ber tekoşîna netewî ya Kurdan, astengiya herî mezin Ocalan û ew rêxistinin yên ku Ocalan wan bi rêve dibe, ji boy ku kurd bikaribin tekoşîna xwe ya sed salî bibin serî, divê ev nîzama ku bi navê Ocalan hatiye çêkirin, bê hilweşandin. Werin em bi yek du agahiyên dîrokî ve rola PKK’ê careke din eşkere bikin.

Dewleta Tirk nikarîbû kurdan asîmîle bike

Dewleta Tirk pêkhateyekî sed salî ye. Yanî esasen kesên ku em niha di nava Tirkiyê de dibînin ne ev kesin ku DNA wan di Rojhilata Navîn de çêbûye ku ev Tirkên eslî ne. Ev kesên ku koka wan ji Tirkên Asia Navîn hatine rêjeya wan 10% ye, ev 90% ya mayî, Laz, Rom, Ermenî, Albanî, Boşnak, Pomak û hinek gelên ne musilman yên dine. Eve hemû bûne Tirk û hinek ji wan ne bi dara zorê bi dilê xwe asîmîle bûne û bûne Tirk. Lê rewşa Kurdan pir cuda ye. Asîmîlasyona li ser Kurdan li dawiya Osmania di dema Îtîhad û Tereqî de dest pê kir. Ev gotina Soltan Ebdulhemîd pirr meşhor e, Soltan Ebdulhemîd digo, “divê em kurdan di nava xwe de nermijînin, em bihelînin û em bikin malê xwe.” hêjan wê demê baş dizanîn ku Kurd weke gelên din bi kêfa dilê xwe teslîmî wan nabin, ji ber vê yekê ew gotina “em bikin malê xwe” bikaranîn.

Dewleta Tirk jî di destpêka xwe de qirkirina çandî û fîzîkî li ser Kurdan kir. di sala 1938an de heyanî 1960an, kurdbûn bê deng rawestiyabû. lê belê, ev guhartinên ku di Îraqê de çêbûn û vegera Mela Mistefa Barzanî ji Rûsyayê ji boy Kurdistanê, daxwaza xweserî û destpêkirina şerê çekdarî rih da meseleya Kurdî, ev xeteriyeke pirr mezin bû ji gelê Tirk re, Tirkiyê weke soltan Ebdulhemîd gotî, biryar da “Kurdan nermijînin.”

Ji boy nermijandina Kurdan sê rêxistin bi destê Tirkan hatin damezrandin

Dewleta Tirk li beramber van xeterîyan xwest sê rêxistinan çêbike da ku kurdan li hundir dagîr bike û wan nermijîne. Di salên 70an de zendên xwe ji boy vî karî hildan û ji 3 baskan ve texrîbat di nava civaka Kurdan dest pê kir.

Ya yekemîn PKK’e bû, PKK’e bi gotina xwe ya çep û radîkal destpêkir û Kurd li derdora xwe kom kirin, lê belê, di encama 47 salan de Tirkiyebûn kir armanceke muqedes.

Ya duyemîn Hizbullah û Hûdapar bûn, piştî sala 1980an pêve, Kurd bi hestên îslamî ve li derdora xwe komkirin, ev jî bi rêya têgeha omet kirin Tirkiyeyî.

Ya sêyemîn bi rengekî gelemperî em dikarin ji wan re bibêjin qoricî, ev beşe weke herduyên din nebû, van rasterast îdeolojiya dewletê parastin, eve ferqa wan bû ku herduyên destpêkê ev kar nerastewxo dikir, lê qoricîyan rasterast kir. Qoricîyan tu carî pozîsyona xwe bi gotinên îdolojîk yên kurdî meşrû nekirin, ew bi rengekî eşkere bi dewletê re man.

Ma qoricîyekê ji Colemêrgê dikare bi qasî Ocalan zerarê bide Kurdan?

Eger hûn li van her sê avahiya bimeyzînin, ev muxalîfî hevin û xwîn jî ji hevdu rijandine. Lê belê, di cewher de armanca her sisêyan jî eve: Xizmet kirina Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê ev her 3ê jî nikarin dersên kurdîniyê bidin hevdu. Yek ji wan jî nikare ji yê din re bibêje xayîn, hinek ji cemawerê wan ji vê heqîqetê haydarbe jî, ev amûrên parastina pêşeroja Tirkiyeyê ne, heger em vê çarçoveyê baş fêm bikin, ev paradîgma û teorîya PKK’ê ku her kes xayîn e, ez tenê pakim, îflas dike.

Hevserokê dem partî, Tuncer Bakirhan wê rojê got, “dema pevçûn xelas dibe, em qoricîyan betal nahêlin, emê çek ji destê wan bigirin û emê dar bidin destê wan bila heywanan xwedî bikin.” bila şaş neyê fêm kirin, em ne qoricî û nejî yên din, tu hêzekî ku siyaseta dewleta Tirk diparêze, em ne spî dikin, ne berevaniyê ji wan dikin. Tiştê şaş, şaş e, tiştê rast, rast e. Li Kurdistanê hinek xayîn hene ji qoricîyan jî xerabtir û xetertirin.

Bila dilê kesî nemîne, lê serokê qoricîyekî ku li Colemêrgê bi qasî Evdilla Ocalan zirar bi meseleya kurdan negihandiye. Çi serokê qoricîyan bi qasî Ocalan kurd nedane kuştin. Herî kêm qoricî hêzeke sînordarin, îdolojiyan ava nakin, mejîkê xelkê tevlîhev nakin. Herkes dizane qoricî kî ne, çend mûçe werdigirin, ev eşkere ye. Lê belê, Ocalan qoricîyekî veşartî ye, Ocalan di mehkemeyê de got, “em yekitiya dewleta Tirk û sînorên Mîsaqî Millî diparêzin.” ev gotin bese ku em ji Ocalan re bibêjin qoricî. Ev kesên ku dewleta Tirk diparêzin, navê wan bi giştî qoricîye, cewher yeke lê şekil cuda ye.

Kesên ku xwe weke parçeyekî ji dewleta Tirk dibînin û rêgirin ji netewa Kurd, ev hemû qoricî ne

Ocalan di mehkemeya xwe ya di sala 1999an de got, “Kurd beşek in ji tevahiya neteweyên din yên di nava netewa Tirkiyê de, tenê çand û zimanê wan cuda ye.” yanî Evdilla Ocalan qebûl dike ku kurd parçeyekî ji netewa Tirk be, baş çi ferqa Ocalan û qoricîyekê heye?

Tiştê xerab eve ku tu dikarî nîzama qoricîtya di Tirkiyê de bi rojekê hilweşînî, lê belê qoricîtiya Ocalan qaşo şoreşger, texrîbata zîhnî ya di Kurdan de çêbûy bi salan tu nikarî çareser bikî, ji ber vê yekê em dibêjin, Ocalan ji qoricîyekî xetertire, ji ber ku ev îdolojiyek ava kiriye û organîze kiriye ku girseyî ye.

Ji ber vê yekê pêwîste ku Kurd û rewşenbîrên kurda, hem qoricîyên dewleta Tirk yên çek di dest de û hem jî qoricîtiya Evdilla Ocalan ku bi qelem û fikir dimeşîne red bikin, esas welatperwerî û tekoşîna li hember xîyanetê bi vî awa çêdibe.

 

Pustên heman beş