Daxuyaniya kongreya PKK’ê û salona kongreyê çi j me re dibêje

PKK’ê kongreya xwe ya 12emîn ya awarte lidarxist. Li gor daxuyaniya wan, avahiya xwe ya rêxistinî fesixkir û dawî bi xebata xwe ya çekdarî anî. Niha hinek teferuat û dîmenên nû yên kongreyê tên parvekirin. Lê wisa diyare ku ji boy şîrove li ser neyê kirin ev dîmen bi dehan safukan re derbas kirine û paşê parve kirine, lê dîsa jî daxuyaniyên wan û salona kongre gelek heqîqetan pêşberî me dike.

Di kongreya PKK’ê de reng û rihê Kurdistanî nebû

Di salona kongreyê de ala Kurdistan û wêneyên rêberên kurdan yên weke Şêx Seîd û…hwd nebûn. Û dîsa di slogana ku li ser dîwarê danîbûn yek peyva Kurdistanê derbas nedibû, tenê li ser sosyalîzmê slogan danîn. Heman dem di sonda ku li dawiyê di kongreyê de hat xwendin li ser azadiya Kurd û Kurdistanê çi peyvek derbas nedibû. Lê belê di daxuyaniya kongreyê de slogana çepên Tirka ya “Tirkiyeya di her alî de serbixwe” hat vegotin û soza bicî anîna wê sloganê dan. Yanî PKK’ê slogana xwe ya “Kurdistana serbixwe” li milekî hişt û ewê êdî li ser slogana “Tirkiyeyek serbixwe” tev bigerin.

Daxuyaniya kongre got armanca wan eve ku sosyalîzma civaka demokratîk ava bikin. Li dumahîka kongre slogana “bijî serok Apo, bijî PKK’e, jin jiyan azadî” qîriyan, lê belê, ji boy hezaran însanên ku ji boy serxwebûna Kurd û Kurdistanê derketibûn yek slogan jî neavêtin.

Bê menewiyat bûna Cemîl Bayik û hinek rêberên PKK’ê li ber çav bû

Di kongreyê de tiştekî balkêş ev bû ku rêveberên PKK’ê gelekî mandî û bê menewiyat diyar bûn, taybet jî ev kongreya Duran Kalkan birêve dibir, Cemîl Bayik, Besê Hozat, Sozdar Avêsta û hinek kesên din bi yekcarî hilweşiyayî diyarin, her weke ew li ber cenazeyekî rawestiyabûn.

Cemîl Bayik ku di van salên dawiyê de bûbû navê yekemîn ê PKK’ê bi zorî xwe li ser linga girtibû. Cemîl Bayik û kadroyên din baş dizanin yê ku gotinên Ocalan refiz bikin û rexne bikin mafê jiyanê ji boy wan namîne. Ji ber wê yekê yek bi yek derketin û sûnd xwarin ku ew wê li pey Ocalan bimeşin.

Di dîwana kongreyê de kî hebû

Cemîl Bayik wek endamekî damezrîner tevahî dîwana kongreyê de hazir bû, lê vê carê xwe paşve dabû, dîsa kesên weke Mistefa Karasû û Bahoz Erdal di kongreyê de hazir nebûn. Kongreya ku Murad Karayilan birêve dibir û hêzên leşkerî tê de bûn, ev kes tê de bûn:

1. Cemal, Murad Qarayilan

Ji dayik bûn: Urfa, 1954

2. Zozan Çewlîk, Emîne Serînyer

ji dayik bûn: Bîngol, 1979

3. Ferîde Alkan, Turkan Çetîn

Ji dayik bûn: Hîzan, 1976

4. Cuma bilîkî, Eed Ulker

Ji dayik bûn: Şirnex, 1989

5. Îrfan Amed, Mehmet Tahîr kilic

Ji dayik bûn: Amed, 1966

Di kongreya ku Duran Kalkan birêve dibir de ev kes hebûn:

1.Ebas, Duran Kalkan

Ji dayik bûn: Adana, 1954

2. Sebrî, Sebrî Ok

Ji dayik bûn: “Adiyaman” Semsor, 1952

3. Raperîn Dêrsim, Uzlem Alpaslan

Ji dayik bûn: Dêrsim, 1974

4. Hêlîn Umîd, Nîlofer Çopan

Ji dayik bûn: Istanbul, 1978

5. Xalîde Engîzek, Henîfe Husên

Ji dayik bûn: Efrîn 1975

Rêveberên PKK’ê bi telefonê ligel Ocalan axivîne yan na?

Ji destpêka pêvajoyê heta niha Abdulla Ocalan bi rêya vîdeo û name bi rêveberiya Qendîlê re di nava peywendiyan de bû. Lê belê du hefteyan pêş kongreyê ligel hinek rêveberên PKK’ê bi telefonê axivî û Ocalan ji wan re got, bila we çi guman nebe, hemû berpirsatî li ser mine, û Mihemed Emîn Pênciwînî ku kesekî nêzî PKK’ê ye eşkere kir ku Ocalan bi telefonê beşdarî kongreyê bûye.

Gelek derdor îdîa dikin ku Ocalan niha ne li Îmraliyê ye û li Enqere bi cî bûye, daku bikaribe pêvajoyê ji nêz ve birêve bibe, zaten tê dîtin ku her roj nameyekî Ocalan tê parvekirin, hetta tê îdîa kirin ku li nexweşxaneyeke eskerî a bi navê “Gulhane” emeliyata çavan çêkiriye, yanî ev hemû didin diyarkirin ku Ocalan rojane bi xwe PKK’ê birêve dibe, yanî ev gotinên ku dibêjn her du alî, Ankara û Qendîl yanjî dewlet û PKK’e, êdî wateya wan nemaye, êdî tenê Ankara heye, hemû biryar li Ankara tên girtin û tehwîlî PKK’ê tên kirin, yê biryarê jî digirin Baxçelî, Erdogan û Ocalan in, li ser maseya wan jî pirsa kurdî na belku pirsa hîskirina Tirkiyeyê heye, hemû horgiliyên kongreyê nîşanî me didin PKK’e dev ji hebûna xwe ya çekdarî berdide, lê belê dev ji xeta Tirkiyebûn û kurd kirine perçek ji Tirkan bernedaye.

Pustên heman beş