Çeteyên PKK’ê 5 zarokên din ji Kobanê û ŞÊX Meqsûd revandin

zaroka-revandi-pkk-rojava-info

Revandina zarokan ji aliyê rêxistina çeteyan a bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) ve li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD’ê) de li Rojava Kurdistanê zêde bûye. Ev yek di demekê de tê ku malbatên revandiyan bang dikin ku zarokên wan vegerin malên xwe.

Li gor agahiyan, li taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê van çeteyên PKK’ê di 3ê Nîsana 2025an de zaroka biçûk a bi navê “Diyala Elîko” a di sala 2010an de ji dayik bûyî revandiye û ber bi kampên leşkerkirinê ve biriye.

Ev zarok ji gundê Mîrkanê navçeya Mabataya Efrînê ye. Navê diya wê Menar El-Casim e.

Li bajarê Kobaniyê jî çeteyên PKK’ê di 2ê Nîsanê de zarokê bi navê Kamîran Hemo Îsmaîl yê 13 salî yê ji gundê Arnayê revand.

Her wiha çeteyên PKK’ê li bajarê Kobaniyê zaroka biçûk ya bi navê Henan Ebdulrehman Ebdu ku ligel malbata xwe li herêma Efrînê koçber bûbûn, revandiye.

Di 17ê Adara 2025an de jî çeteyên PKK’ê keça 15 salî ya bi navê NÎROJ Mistefa Hemlo ya ji gundê Metînê yê bajarê Kobanê ji mala wê revand û bi armanca leşkerkirina bi zorê ber bi cihekî nediyar ve bir.

Nîroj ji malbateke feqîr û westayî ye. Dayika wê, Selwa, nîv şelelî ye û di jiyana xwe ya rojane de bi tevahî girêdayî Nîrojê ye, ji ber ku pêş niha keça xwe ya din Leyla ji ber mîneke DAIŞê ji dest daye.

Her wiha çeteyên PKK’ê zarokekê din yê bi navê Ferhad Ehmed Sedûn ku di 10ê Nîsana 2008an de ji dayik bûye jî revandiye.

Bavê Ferhad, Ehmed Sedûn di vîdeoyekê de ku di medyaya civakî de parve kiribû daxwaza vegerandina kurê xwe kiribû û tê de ragihand bû, “kurê min her tiştê mine… Piştî ku nexweşiya diya wî girantir bûyî, yê ku debara me dike ewe. Ji bilî qîrînên min li kêleka nivînên wî tiştek ji min re nemaye, ji xelkê lava dikim ku alîkariya min bikin da ku wî vegerînim.”

Her wiha bi hesret ve ragihand: “em ji cihekî koçberî virr bûn, em li benda alîkariya ku qet nehat bûn û li şûna hêviyê… Min kurê xwe winda kir. Ma gunehê wî çi bû? Sûcê diya wî çiye ku di nav nivînên xwe de bi nexweşiyê re şer dike?”

Pustên heman beş