Erdogan û şanda Îmraliyê derbarê pêvajoya aştiyê civiyan

Dem-Erdogan-ocalan-info

Hevdîtina di navbera şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê û serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan hat encam dayîn, hat ragihandin piştî hevdîtinê şanda Demê dê serdana Îmraliyê bike.

Hevdîtina di navbera endamên şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan (Dem Partî) Pervîn Buldan û Sirî Sureyya Onder û serokkomarê Tirkiyeyê û serokê giştîyê AK Partiyê û Tayîp Erdogan de dest pê kirîye.

Hevdîtin ku di çarçoveya pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê deye, li kulyeya serokkomartiyê hat kirin.

Pêşhatên piştî “banga aştî û civaka demokratîk” ya rêberê PKKê Abdulah Ocalan rû dane jî, yek mijarên sereke yên hevdîtinê bûn.

Endamên şandeyê, di daxuyanyia beriya hevdîtinê de anîn ziman, dê di hevdîtinê de her du alî nêrîn û pêşniyarên xwe parve bikin.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, piştî vê hevdîtinê, heyeta Dem Partiyê wê bo cara çaremîn serdana Îmraliyê bike û bi Ocalan re bicive. Piştire Ocalan wê peyameke din rabighîne û tê de wê tekeziyê li ser çekdanîna PKKê bike.

Pustên heman beş