Jineke Kurd bang li fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir ku 3 zarokên wê yên 13, 14 û 15 salî yên ku ji aliyê grûpa çeteyan ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) ve hatine revandin, vegerîne. Ev dayik dipirse, “gelo ti exlaq di vî karê hûn dikin de heye? Ma hûn çete û terorîstan?
Xedîce Îsmaîl, dayika her sê zarokên revandî ku ji gundê Arnayê yê ser bi Kobanê ve ne di vîdeoyekê de ragihand: “PKK’ê 3 zarokên min revandine, zarokê yekem di sala 2014an de, zarokê duyemîn di sala 2017an de û zarokê sêyemîn jî ku navê wî Kamîran Hemo Îsmaîl e û 13 salî ye, roja 2ê Nîsanê li gundê Arnayê li ber deriyê mala wan hatiye revandin.
Di vê vîdeoyê de ev dayik dipirse; “Gelo ma tişta ku ‘Ciwanên Şoreşger’ dike exlaqî ye? Ma we negot temenê herî kêm ji bo çekdarkirinê 18 sale, hûn çi dikin? Ma hûn çete û terorîstin? Kurê min yê biçûk vegerînin malê, ew nikare çek hilgire, ger ji 18 saliyê zêdetir bû werin bibin.”
Leşkerkirina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi PKK’ê ve berdewame, van çeteyan bi tenê di meha Adarê de bi dehan zarok revandine.
Zêdebûna revandina zarokan ji aliyê çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” ve ji bo ku wan tevlî partiyê bike hevdeme ligel banga serokê girtî yê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo hilweşandina PKK’ê û danîna çekan û beşdarbûna proseya aştiyê. Ev yek pirsên cidî li ser amadeyî û niyeta PKK’ê ji bo bersivdana banga serokê xwe derdixe holê.
Hêjayî balkişandinêye ku çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” îsal li deverên di bin kontrola PYD’ê de bi dehan zarokên temen biçûk bi armanca ku bi zorê wan çekdar bike û tevlî nava refên PKK’ê bike, revandine, lê di dema dawî de ev operasyonên revandin û leşkerkirinê zêde bûne.
🔴Jineke Kurd ji Mezlûm Ebdî daxwaz dike ku 3 zarokên wê yên revandî vegerîne
♦️Jineke Kurd bang li fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir ku 3 zarokên wê yên 13, 14 û 15 salî yên ku ji aliyê grûpa çeteyan ya bi navê "Ciwanên Şoreşger" yên ser bi Partiya… pic.twitter.com/9ofIYKCtUb
— Darka Mazi Kurmanci (@DarkaMaziLatini) April 12, 2025