Dîrok, bîranîn û PKK

Dîrok, bîranîn û PKK

Bûbê Eser

Her miletek her xelkek û her civatek li ser koka xwe bilind dibe. Tê nasîn û zanîn ku ew kîne ji ku hatine, heta niha çi kirine û we bi kude here. Loma jî miletekî bê dîrok tune ye. Dîrok raberdûyên miletan e. Ji ber vê yekê ye ku miletek xelkek dema dîroka xwe nenasin, nizanibin, ew milet ew xelk jî dê bi rehetî têk here. Weke rewşa bakurê Kurdistanê ya niha.

Ji ber vê yekê ye ku kurd heta niha weke hatibe xwestin, bi ser neketiye. Ji ber ku kurd dîroka xwe nizanin. Wê naxwînin û hin naxwazin fêr bibin. Lê helbet hin hene ku dîroka xwe dizanin wê dixwînin lê ew jî di hindikayê de ne.

Dema mirov dîroka xwe fêr ne be, wê nexwîne, mirovê dê di siberoja xwe de jî şaşiyên weke yên berê dubare û sêbare bike. Ji ber vê yekê ye ku dîrok girîng e û divê herkes dîroka xwe û ya miletê xwe baş fêr bibin. Bi vê fêrbûnê wê gelek tiştan bizanibin û li gor vê zanebûnê jî dê kêm şaşiyan bikin.

Bi saya fêrbûna dîrokê mirov qehremanên gelê xwe, rêber û serokên ji bona gel kar kirine dinase. Bi vê nasînê mirov ji raberduyên wan dersan derdixe. Û her weha eksê wê jî. Yanî xwe firoşên gel, xaîn û sîxurên gel jî dê bêne nasîn. Loma gelekî girînge ku divê mirov dîroka xwe baş bizanibe da ku tevna azadiya gel rast deyne.

Tiştê pkk ji ditirse ev e. Loma ew naxwaze û heta jê bê nahêle ku kurd dîroka xwe binasin. Ew dîroka kurdên bakurê kurdistanê weke ji wan de destpêkiribe dide zanîn. Ango nivşek weha mezinkirine ku îro ew nivş haya hay ji dîroka xwe û gelê xwe tune ye.

Aha şaşiya mezin ji virde destpê dike û li gor vê şaşiyê jî her ku dihare bêtir şaşî têne kirin. Ji bona ku mirov dîroka xwe, tekoşîna gelê xwe raberdû, serpêhatiyên xwe û ya gelê xwe baş fêr bibe jî divê herkes vê binivîsîne.

Loma jî min gelek caran gotiye û niha dîsa jî dinivîsînim ku divê nifşê me (1960-80) binivîsînin û bidin zanîn ku bê çawa tekoşîna azadiya gelê xwe dane. Di nava wê tekoşînê de rastî çi astengan û keleman hatine, binivîsînin da ku nifşê pêş jî şaşiyên ku me kirine, nekin.Niha tiştê herî xerab ku bi destê pkk hatiye kirin çi ye? Ev ew tişte ku du nifş ji hevdu qetandine, dûr xistine û nexwestiye raberduyên ango serpêhatiyên hev fêr bibin. Dema ev fêrbûn tune be. Wê nifşê li pêş bîranîn ango raberduyên yên berî xwe jî fêr nebin. Ev ê çi bîne?
Ev ê xeterek mezin bîne ku civat dê ji koka xwe biqete ango wê koka xwe nasneke. Wekî ku niha her tişt li ser destê DEMê tê kirinê ku li paş deriyan çi dibe kes pê nizanin.

Eva 30-40 salên ku pkk ev kirî ye û ya dike ev e. Ji ber vê divê her kurdên nifşê me (1960-80) destbavêjin pênûsên xwe ya jî li ber cumpîtorên xwe rûnên û dest bi nivîsandina bîranîn û serpêhatiyên xwe bikin. Binivîsînin da ku wan di dema xwe çawa û bi çi awayî tekoşîna gelê xwe didan. Binîvîsînin da ku çima niha hin naxwazin ew dîrok bê nasîn. Binivîsinin da ku rastiya me, keda me û xizmetên me ango ê nivşê me jî bêne zanîn.Nivşê me yek bi yek ji nava me koç dikin û diharin. Hin xatir dixwazin û hin jî bê ku xatir bixwazin bi awayekî bê deng ji nava me koc dikin. Ew kesana, kesayetiyên me, heval, hovir, hevalrê û rêberên me bûn. Di nava jiyaneke aloz de, rastî gelek tiştan hatibûn, dîtibûn. Ketibûn û rabûbûn. Berxwedan da ku ji bona azadiya gelê xwe kevirekî dîne ser kevirekî.

Îcar daxwaza min hêvî û rica min ji hemî kes û kesayetiyên me ev e ku bila herkes serpêhatiyên xwe raberdûyên xwe û bîranîn xwe binivîsînin. Ew nivîs, wê bibe dîrokek ji bona gelê me. Ev nivîsîn wê bibe zanînek ji bona nifşê pêş. Ev nivîsîn wê bibe mûmek (find) û hêdî hêdî wê tariya ku em niha di nav de dijîn, ronî bike. Bi vê nivîsandinê em û nifşê pêş em ê bi hevre fêr bibin ku tekoşîna azadiya gel çawa hate dayin û li ser çi asasî destpê kiribû.

Ez di wê baweriyê de me ku nifşê nû, me qet nasnakin. Ji ber ku pkk dema destbi şerê ne di berjewendiya gel de bû kirin, xwestin berê me ango nifşê me weke revok, tirsonek bidin û dane nasîn. Lê rastî ne weha ye.

Gelek qehreman, wêrek, rêber û serok di nava nifşê me de jî derketine, hin bi berxwedan û tekoşîna xwe bûne cangorî, hin hê jî berxwe didin. Hin bêdeng mane û tenê li mala xwe rûniştine. Lê tim dilê wan ji bona kurdistaneke azad û serbixwe lê dide. Karek, erkek, wazifeyeke bikeve ser milên wan texsir nakin û dikin.

Ji ber; bi destpêkirina wî şerê pkk yê ne di berjewendiya gel de bû. Hemî hêjayî, başî û xweşiyên hebû têk bir. Têk bir ku nifşê nû tenê wan û dîroka wan binase. Ev jî bû sedema sergêjiyê û civata xwe nanasiyê. Piraniya ciwanên bi pkk mezin bûne, dîroka gelê xwe nasnakin. Hay ji tekoşîn û berxwedana bav, ap, xal, xaltîk, kak û metin wan tune ne.

Bi vê yekê jî pkk li gor xwe nivşekî nû xuliqand û ev nifş naxwazin me nas bikin û ne jî mecal didin ku em xwe bi wan bidin nasîn. Ji du gotinên wan pêve tu sermiyanê wan jî tune ye. “Tu çima reviya, ka were welêt. Te xelk hişt û reviya û niha jî li ewropa li kêfa xwe dinêre”.

Erê lê rastî ne weha ye. Heta ku tu vê rastiyê bîne zimên û bide qebûlkirin divê ev nifşê ku pkk xuliqandiye nemîne, ev jî hê wê gelek salan bigire.
Ji bona vê dibêjim gelekî girîng e ku ew kes û kesayetiyên nifşê me divê her yek ji alî xwe de serpêhatiyên xwe, dîroka tekoşîna berxwedan û xebatên xwe binivîsînin. Bi nivîsandinê em ê hewl bidin ku hin şaşîyan rast bikin.

Pustên heman beş