Di çarçoveya rêkeftina di navbera HSD û Şamê de, hêzên hikûmeta Sûriyeyê ligel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbasî bendava Tişrînê bûn.
Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyeyê belav kir, di çarçoveya cîbicîkirina rêkeftina ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, hêzên artêşa Sûriyeyê û hêzên ewlekariya giştî ya Sûrî derbasî bendava Tişrînê li gundewarê rojhilatê Helebê bûn, da ku ewlehî û aramiyê li deverê ferz bikin.
Bendava Tişrînê nêzî 30 kîlometran ji Minbicê dûr e û ji meha Berçileya borî ve şer û pevçûnên tund di navbera HSDê û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê de li wê bendavê hebûn û bi dehan kes ji her du aliyan li wê eniyê hatibûn kuştin.
Hevdem, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî duh 12ê Nîsanê pêşwazî şandeke hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi serokatiya serokê komîteya cibicîkirina xalên rêkeftina 10ê Adarê Husên Selam û endametiya Mihemed Qenatirî kir.
HSDê di daxuyaniyekê de da zanîn, di hevdîtinê de rêyên cibicîkirina xalên rêkeftinê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiya kêmkirina aloziyan û agirbestê li seranserî Sûriyeyê û di serî de li Bendava Tişrînê hate kirin.
Her du aliyan jî gotûbêj li ser avakirina komîteyeke taybet ji bo lêkolînkirina pirsa vegerandina koçberan bo cih û warên xwe kirin, weke beşeke ji çareseriyeke siyasî ya berfireh.
Herwiha di hevdîtinê de, navên endamên komîteyên ku dê nûneratiya herêmên HSDê di diyaloga bê ya ligel hikûmeta Şamê de bikin, hatin eşkerekirin. Tê payîn ku xebatên komîteyê di demeke nêz de dest pê bikin.
Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî roja 10ê Adara 2025an rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kiribûn. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hatibû kirin.