Reuters: Trump gefa destwerdana leşkerî li Îranê dike

Reuters: Trump gefa destwerdana leşkerî li Îranê dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir Îran divê dest ji xwasteka bidestxistina çekên atomî berde û hişyarî da ku eger wê berdewam be li ser wê rêyê dê rastî bersivekî leşkerî ya tund bê.

Ajansa Reutersê ragehand ku Trump rêveberiya Îranî wek radîkal pênase kir û amaje bi wê yekê kir ku eger rê jê re bê dayîn ku Îran bibe xwediyê çekên atomî, ew dê bibe metirsiyekî gelek mezin.

Trump diyar kir, Îran di bernameya atomî de bilez pêşve diçe û li hember wê jî pêwîst dibîne ku pêngavên bilez li hember wan bê avêtin. Herwaha amaje bi wê yekê kir ku her karekî ku ji aliyê Amerîkayê ve bê kirin tenê ji bo berjewendiya xwe nabe û dê ji bo berjewendiya hemû cîhanê be.

Trump di daxuyaniyekî rojnamevanî ya Qesra Spî de ragehand: Ez dibêjim Îran dikare bibe neteweyekî gelek mezin be, lê eger dest ji hizra çekên atomî berde, lê ti demekî nikare bibe xwediyê wan çekên ku hewl dide.

Roja şeniyê Îran û Amerîkayê li Umanê hevdîtinên rasterast pêkanîn û hat ragehandin ku ew hevdîtin ‘’Erênî û bingehîn bûn.’’

Biryare roja şemiya bê gera duyem a danûstandinên Îran û Amerîkayê birêve biçe, herwaha çavkaniyekî agahdar jî ragehand, dibe civîn li Roma ya paytexta Îtalya birêve biçe.

Pustên heman beş