Simko Ebdulezîzî
Milletek ku laşê wî ewqas ketibe ber kêr û xenceran û ewqas birîndar bibe û birîna wî car din sax be û xwe dîsa li ser lingan girtibe weke milletê Kurd tune.
Ji xeynî pirsgirêka netewî ya Kurd ti pirsgirêkeke din a netewî ku hatibe fetisandin û hilweşandin tune.
Axaftina li ser kurdan ne axaftina derbarê gelekî ye ku li ser perawîza nexşeya cîhanê jiyabe.
Lêbelê, bîrdanka sedsaliya neteweyekê ye ku li ser dîwaran hatiye xaçkirin.
Dîroka nûjen ya kurdan bi şerê Çaldîranê yê bi xwîn di sala 1514an de dest pê dike, dema ku Kurdistan di navbera her du împratoriyên (Osmanî û Sefewî) de hat parvekirin.
Ev dabeşkirin ne li gor vîn û xwestekên kurdan bû, lê bi xêzkirina nexşeyekî bi xwîn yê erdnîgariyê bû ku ji bo xaka kurdan hat ferz kirin.
Ev bû destpêka parçebûna kurdan di dîroka modernîteyê de, ku destpêka êşa netewa kurd e, ku pir caran bi nexweşiya penceşêrê tê binavkirin.
Dema ku ev nexweşî di ruhê milletê kurd de belav bû, milletê kurd qet nekarîbû rihet bibe, welatek hebe ku tê de xewin û xeyalan jiyan bike, yan jî nexşeyek hebe ku bikare navê welatê xwe tê de binivîsîne.
Tişta ku ji kurdan re mabû ew bû ku çemên xwînê birjînin da ku navê wan neyê tunekirin û jibîrkirin = = di nava dîrokê de.
Dîsan vejîn û lorîna bîrdanka sitranên xemgîn yên bav û kalan bi bîr anîna wan û belavkirina wan li nava gel û welat, ev sitran bûne hormunên pir westoyayî di nava xwezayê de.
Pirsgirêka kurd ne pirojeyekî fikrî û nejî pirsek siyasî ye, lêbelê gaziya hebûnê ye.
Kurdan şoreş encam nedane ji bo ku dijayetiya curê sîstema desthilatê bikin, lê kurdan şoreş li dijî wan pergalan kirine yên ku înkara wan dikir.
Daxwazên kurdan tenê mafên bingehîn bûn, yek ji mafên bingehîn jî ew bû ku kurd li ser xaka xwe biyanî nemînin.
Ji şoreşên Şêx Seîdê Pîran, Simkoyê Şikak, Agirî, Qazî Mihemed, Barzaniyan, Golan, Îlon, serhildan, berxwedana Kobanê û hwd, ev şoreş li ser maseya feylesofan rûneniştibûn ku biryarê bidin ka kurd netewene yan na.
Kurdan ji bo ku ax û milletê xwe ji bindestiyê rizgar bikin û hebûna xwe ji bo welatekî serbixwe vejînin, mirin hilbijart.
Di her maleke Kurd de cangoriyek heye ku hestiyên wî nehatine dîtin. Di her maleke kurd de dayikek heye ku ji boy kezebên xwe yên ku venegeriyayî digirî heye. Li girtîgehên her çar parçeyên Kurdistanê cesedekê darvekirî ku bibêje ez Kurdim heye.
Milletekî ku xurt û keçên xwe bê nav sipartîn axê û şînî ji boy pêşmerge û şervanên xwe digêran ji ber ku di bê dewlet bûn û sirodên xwe bi xwînê di vehînin, ew millet ne li benda felsefkê ye ji bo ku were naskirin.
Heger em pirsgirêka milletê kurd deynin ser maseyê an jî têxin nav muzakereyeke wergirtî a îdeolojîk de, wê demê wek kesî dibe yê ku bi zimanekî mentiqî bêdengiyê ji dayikeke cerg şewitî ya ku li ser cesedê kurê xwe digirî û diqîre, bixwaze.
Pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke felsefîye, pirsgirêka ji holê rabûna nasnameyê ye, pirsgirêka welatekî ku hêj dîroka ji dayikbûna wî nehatiye nivîsandin e.
Cangoriyên Mahabat, Helebçe, Enfal, Kobanê, Dêrsim, Agiriyê ne ji bo curê desthilatdariyê xwe feda kirin, lê ji bo ku bibêjin kurd ne mêvanin li ser vê xakê, belku xwediyên vê axê ne.
Eger milletên cîhanê bi hejmara dewletên wan werin pîvan, li wê demê milletê kurd take netewe ku bi hejmara goristanên cangoriyên xwe, koçên milyonî û berxwedanên sed salî wê were pîvan.
Eve hêsr û birîna yekemîne li cîhanê ku ketiye di pirtûka Genes de ku sed sale zuha nebûye.
Eve çîroka yekemîne li tev dinê ku sed sale cangoriya feda dike, tenê ji bo parastina hebûna xwe û bûye sitirî di çavên cîhana bi nav demokrasî û xwedî mafên mirovan.
Gelê kurd gelekî ji agirî û viyanê çêbûye, tim bîrdanka cîhanê lekolîn dike û jê re dibêje: em ne mirine, em li virin, em dixwazin weke tev gelên cîhanê bijîn û em dixwazin bijîn.