Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê re, ji ber rewşa tenduristî ya Sirri Sureyya Onder hate paşxistin.
Biryar bû şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê roja îniyê 18ê Nîsanê bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re bicive. Sirri Sureyya Onder ku endamê Şanda Îmraliyê ya Dem Partiyê û Cîgirê Serokê Perlemana Tirkiyeyê ye, şeva 15ê Nîsanê ji ber kirîza dilî ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen li nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê ye, ji Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re pirsa hevdîtina 18’ê Nîsanê ya bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re pêk were, kir.
Bakirhan anî ziman ku ji ber rewşa tenduristiyê ya Onder hevdîtin hatiye bipaşxistin.