Almanya proseya firotina firokeyên Eurofighter bo Tirkiyeyê hildiweşîne

Almanya proseya firotina firokeyên Eurofighter bo Tirkiyeyê hildiweşîne

Hikûmeta Almanyayê proseya firotina firokeyên Eurofighter yên şer bo Tirkiyeyê hilweşand.

Yekîtiya Ewropayê zîndankirin û dûrxistina Ekrem Îmamoglu ji postê Şaredariya Stenbolê giring dibîne û bang li desthilata Tirkiyeyê dike, pabendî yasayên navdewletî be.

Li gor nûçeya Rojnameya “Handelsblatt” Hikûmeta Almanyayê ku dê piştî çend rojan desthilatên xwe radestî hikûmeta nû bike, proseya firotina firokeyên şer Eurofighter bo Tirkiyeyê asteng kiriye.

Ev biryara hikpmeta Almanyayê, bi sedema zîndankirin û dûrxistina Ekrem Îmamoglu ji şaredartiya Stenbolê hatiye dayîn.

Hikûmeta Almanyayê zîndankirina Îmamoglu wek êrişa li hemberî demokrasiya Tirkiyeyê binav dike û hewla desthilatê wek nehiştina dijberên xwe dibîne.

Tirkiye ji ber biryara Amerîkayê ya derbarî firokeyên F-35 û F-16, biryar dabû ji Ewropayê firokeyên Eurofighter bikire.

Pustên heman beş