Li gor daxuyaniya Pentagonê, Amerîka hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê dê daxin bin hezar leşkeran.
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyekî ragehand, Amerîka li Sûriyê hebûna xwe ya leşkerî di mehên pêş de dê daxe bin hezar leşkeran.
Berdevkê Pentagonê Sean Parnell ragehand, leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê kar dikin û li ser erkê xwe ne, li gor sererastkirinên nû, li wî welatî hejmara leşkeran di mehên pêş de dê daxin bin hezar leşkeran.
Parnell di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragehand: ‘’Wezareta Berevaniyê îro, di çarçoveya Operasyona Biryardarî û Hêza Peywirdar a Hevbeş, hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê, li hin xalên diyar ên Sûriyê dê bike yek û ew ferman hatiye dayîn.’’
Parnell got; Ew tê wê wateyê ku Amerîka wan herdu hêzên operasyonê dike yek û hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê kêm bike û got; ‘’Vê pêvajoyê bi zanayî û li gor mercan, di mehên pêş me de Amerîka şopên xwe yên li Sûriyê dê daxe bin hezar leşkeran.’’
New York Timesê duh 18.04.2025ê ragehand, Amerîka li Sûriyê hejmara leşkerên xwe ji 2 hezar kesan, 600 kes ji wan paşve vekêşaye. Herwaha ragehand, piştî 60 rojan dê gotûbêjê li ser wê yekê bike ka gelo dê wê hejmarê hîn kêmtir bike yan na û rayedaran şîret kiriye ku herî kêm 500 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bimînin.