Analîzeke kurt li ser PKK

Analîzeke kurt li ser PKK

Bûbê Eser

Ji roja pkk hate damezrandin ango damezirandin, gotin: “hemû rêxistinên kurd yên hene li hemberî me asteng in” û li gor vê tespîtê destpê kirin êrîşî hemî rêxistinên ku berî wan hebûn. Wan bi vê kiryara xwe ya di destpêkê de hema hema ji hemî rêxistinên welatparêz kes û kesayetî kuştin.

Dûre pkk bi vê nehat ser û îcar gotin: “Hemî feodalên kurd li hember şoreşê astengin divê em berê wan ji holê rakin” û dest bi kuştina axayên kurdistanê ser û ber kirin. Nefikirîn negotin; “ev welatparêze, vî bi salan ji bona doza gelê xwe kar kirî ye ûhwd”.

Bi daxwaza Kurdistaneke azad, sosyalîst û serbixwe dest bi qaşo şerê çekdarî kirin. Çih û warê leskerên tirkan ku nikarîbûn biketanê, wan derana hemî ji wan re vekirin. Axa û begên Kurd ku tu caran serî li ber hukumetê dananîbûn, kirin parêzger.

Ji ber ku wan axaler û beglerin kurd yên welaparêz, weha dizanîbûn ku ev pkk ya derketiye wê ji bona gelê xwe kar bike. Loma di nava xwe de cih da wan. Dema nigê pkk li ba wan saxlem bû û rûnişt, vê carê pkk di nava eşîr û êlên Kurd de dest bi fesadiyê kirin. Hin gundî kuştin, xistin hustiyê hinên din. Mal û zadê hinan şewitandin ew jî xistin hustiyên hinên din. Û bi vê yekê nakokiyên mezin xistin nava wan esîrên cih dabûn wan.

Dema cihê xwe saxlem û xwe bi hêz kirin, hin ji êl û eşîr kirin aliyê xwe. Vêca ji nû de gotin; “Divê em axatî û eşîrtiyê rakin. Vana li hemberî doza Kurd xeterin”. Destpêkirin ji êl û eşîran kes û kesateyî kuştin. Rê vekirin ew leşkerên ku bi salan nikarîbûn bikevin nava wan, bi saya pkk ketin nava wan, cih û warên wan naskirin, Ji alîkî de dewlet û ji alîkîde pkk li wan bûn agir. Vê carê dewletê ji wan re got: “Ya hûnê bibin parêzger ya jî hûnê bibin pkk, tercih ya we ye”. Êl û esîr li hev rûnistin, bi hevre şêwirin, gotin ka em çi bikin?

Ji bona malê wan têk nere, zar û zêcên wan bi ser rêya nekevin û perîşan nebim. Gotin baş e, em ê bibin parêzger. Kêfa dewletê û pkk ji vê yekê re hat ku wan ew êl û esîrên bi dehan salan tu tiştekî dewletê li ser xwe ferz nedikirin, heta leşkerî jî nedikirin, mecbûr man bi saya pkk bûne parêzger ango korocî.

Vê haceteke baş xiste destê pkk da ku li her derekê bêjin; aha binêrin vana bûne korocî, rahiştin çekên dewletê wê li hember me û li hember kurdan şer bikin. Ji ber ku kurdan bi salan zilm û êşkencên dewletê ditîbûn, yên ev rastî fêm nekirin hemî li dij wê ango wan êl û êşîran derketin. Bi pêşkêşiya pkk kurdan êdî li hember hev dest bi şerê birakuji kirin.

Bi saya şerê pkk li bakurê kurdistanê agir bi her derekê ket. Ter û hişk bi hevre şewitandin. Agirê li kurdistanê gûr bû, wêranî, kuştin û koçberî ji bona kurdan anî.

Bi saya van lîstikên pkk nêzî çar hezar gund hatin valakirin û bi qasî şeş milyon kurd reviyan nava tirkan li bajarên wan bi rezaletiyeke mezin bi cih bûn. Her ku kurd hatin kuştin pkk jî xurtir dibû, her ku kurd koçber dibûn, pkk dewlementir dibû û bi vî awayî hêjayiyek kurdan li ku hebû bi destê pkk hate hilweşand û xerabkirinê.

Piştî ku başûrê kurdisanê di sala 1991ê de hate azadkirin, ev yeka gelekî bi zora pkk de çû. Loma her gotin ku ew ango başûr Kurdistanê di pişta ereban de weke kelemekê ye. Divê em wê kelemê rakin. Loma wan di sala 1992an de li hemberî azadiya başûrê kurdistanê şerekî bê aman dan, lê bi serneketin û vekişiyan koza ango qandila ku kes nizani ji teref kê de dihat parastinê.

Vê carê tade û zilmeke mezin li gundiyên der dora qandîlê kirin. Gundî mecbûr man gund û malên xwe hiştin û berbi nava kurdistana azad de reviyan. PKK bi vê jî nehat ser û nesekînî. Ji bona başûrê kurdistanê xurt nebe cihê nigê xwe saxlem neke, pkk vê carê ji qandilê êrîsî qerekol û gundiyên bakurê kurdistanê kirin. Pistî êrîsên xwe berbi başûr de direviyan. Loma ev yeka jî bona leşkerên tirk bû hacet ku tim bikevin başûrê kurdistanê û wir tevlîhev bikin. Her weha jî kirin û gelek leşkerên xwe li wan derana bi cih kirin.

Gelek lîstikên mezin kirin da ku başûrê kurdistanê têk bibin. Lê bi tu awayî bi serneketin. Her weha wî agirê azadiya ku li başûrê Kurdistanê pêk ketibû roniya xwe da temama kurdistanê. Ruhiyeta kurdewarî li her çar perçan ji nû de zîndî bû. Lê mixabin ev jî ne li gor hesab û deftera pkk bû û ji nûda li gor aqilmendên xwe planên din çê kirin da ku perçên din azad nebe.

Li rojavayê kurdisanê çê kirin? niha wir ji herkesî ve diyar û eşkere ye. Kobanê û gelek bajarên kurdan xistin çi halî tê zanîn. Xwestin kurd welatê xwe biterkînin, tade û zilm li wan kirin. Loma gelek reviyan yên man jî nikarin êdî birevin û her ew jî di bin zilma pkk ango pyd man.

Piştî rojavayê kurdistanê hal kirin, xwest vê carê rojhilata kurdistanê jî xerab bikin da ku kurd êdî li wir jî daw û doza azadiya gelê xwe nekin. Dema ku ji alîyê pdk-Îran de biryara ji nû de şerê çekdarî hate dayin, aha hema wê yekê pkk li hemberî wan cepha şer vekir û çend pêşmêrgeyên wan jî kuştin. Lê bi saya aqilmendî û hişmendiya pdk-Îran şer gûr nebû û êdî pkk jî nema dikaribû mudaxeleyî wan bike.

Dema ku pkk destên xwe ji wir jî şuşt vê carê ji nûde li bakurê kurdistanê vegeriyan û gotin. “Tenê bi xerabkirina gundan û koçkirina gundiyan mesela bakurê kurdisanê hal nabe. Dema roj bê kurd dikarin ji nûde doza gelê xwe bikin” Vê carê jî ji bona êdî bajar û bajarokan xerab bikin dest bi çalakiyan kirin.

Xendek ango çal li bajar û bajarokên ku doza kurd lê xurt bû kolan,

Ji ber vekirin ango kolana wan çal û xendekan û şerê ne di berjewendiya kurdan de, kurd mecbûr man malên xwe bihêlin û birevin. Reva wan û valakirina wan bajar û bajarokan li gor dilê pkk û dewletê bû.

Niha ji ber sedema kolana wan çal û xendekan bajarên bakurê kurdistanê yên ku doza kurd, lê herî xurt bû, yek bi yek tên û hatin hilweşandin.
Niha mirov dikare bêje; gelo pkk tu çi dixwazî. Daxwaza te ji bona kurd û kurdistaniyan çi ye? Bersîv tuneye. Ya rastî bersîv heye û ev jî valakirina kurdistanê û têkbirina doza miletê me ye.

Çi lazim e ku pêşî li pkk bê girtin. Niha gelekî zehmet e, ji ber ku hêzeke gelekî xurt niha li pişta pkk ye ku nahêle û naxwaze doza gelê kurd bi pêşve here.

Çareserî çi ye? Ew bi yekgiritina hêzên welatparêz li bakurê kurdistanê ye. Lê heta ji pkk tê ji bona tiştekî weha nebe kar dike.

Lê çi dema partî, rêxistin, komele, xelk, kes û kesayetiyên kurd van kiryar û bûyerên ku pkk dike û ne di berjewendiya doza kurd dene, bi eşkereyî û bê tirs nebêjin, wê her ev malwêranî berdewam bike. Bila rêxistinên me yên bi çûk û kêm hêz bi paçan serên xwe mezin nekin.

Niha roj roja ku hemî Partiyên Kurdistanî, sazî û komeleyên kurdan bibin yek ango di bin sîwanekê de kar bikin, heye. Heger vê nekin bi destê pkk welat têk dihare. Bila rêxistinên me yên ku hejmara wan bi qasî tiliyên destan e, dev ji qurretiyên xwe berdin. Ji bona çareseriya gelê kurd, divê zûtirîn wextê hêzên xwe bikin yek. Heger nekin yek ”wê herin yek bi yek”. 09.01.2016

Pustên heman beş