Deverên herêma Kurdistanê hêjan jî bi sedema PKKê rojane tên bordoman kirin

hpg-pkk-turkey-attack-nisan

Tevî Pêvajoya Aştiyê û agirbesta tekalî ya PKKê, êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî rêxistinê dewam dikin û herêmên Gare, Metînî, Xakurkê û Rojava Zapê bê navber tên bombebaran kirin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja çarşemî 7 Gulana 2025ê ragehand; di ser agirbestê re îsrara dewleta Tirk ya di şer de dewam dike û ji banga Ocalan ya 27ê Sibatê ve, bi hezaran êrîş li herêmên Gare, Metînî, Xakurkê û Rojava Zapê encam dan e.

Destnîşan kir, di van êrîşan de gelek dever hatine bombebaran kirin û Gerîlayan bersiva hinek êrîşan da ye.

Li gorî HPGê di du mehên agirbestê de 20 hezar û 982 caran çekê giran û top li dijî herêmên Gerîlayan hatine bikaranîn.

Tevî destpêkirina Pêvajoya Aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û banga Ocalan ya çekdanîna PKKê, êrîşên artêşa Tirkiyeyê hêjan jî dewam dikin, PKKê piştî banga 27 Sibatê agirbesta tekalî ragehand bû, lêbelê di heman demê de 3 caran bi dironan êrîşî hêza Pêşmergeyan li gundewarê Amêdiyê kir û 5 Pêşmerge birîndar kirbûn.