PKK’ê hilweşandina xwe bi fermî ragihand

PKK-Kongre-12-Biryar-Info

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê) bi awayekî fermî hilweşandina xwe ragihand û biryarên kongreya 12 eşkere kirin.

Îro 12/5/2025 bi navê Dîwana Kongreya PKK’ê daxuyaniyek hat parve kirin û hat ragehandin, girêdayî pêvajoya bi daxuyaniya rêberê PKK’ê Abdulla Ocalan ya roja 27ê Sibatê destpêkirî, kongreya PKK’ê ya 12emîn di rojên 5 – 7î Gulanê de bi awayekî serkeftî hat lidarxistin.

Daxuyaniya Dîwana Kongreya PKK’ê de hat gotin: kongreya 12 ya awarte ya PKK’ê nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me şikandiye, pirsgirêka Kurd aniye astekê ku bi siyaseta demokratîk were çareserkirin û di vî warî de PKK’ê erka xwe ya dîrokî bi cih aniye. Li ser vê bingehê, kongreya 12 PKK’ê biryar da:

1-            Rêxistina PKK’ê were hilweşandin û rêbaza têkoşîna çekdarî bi dawî bibe.

2-            Pêvajoya pratîkî ji hêla rêber Apo ve were birêvebirin û meşandin.

3-            Bi vî awayî xebata ku di bin navê PKK’ê de dihat meşandin bi dawî bibe.

Ev biryarên PKK’ê îro eşkere kirin, pêş niha di 9/5/2025an de rûpela Darka Mazî di raporeke xwe de bi zelalî û weke xwe parve kiribûn, ji boy xwendina raporê hûn dikarin vê lînkê kilîk bikin: https://darkamazi.info/archives/1048221