Malpera Monitorê ya Amerîkayî ji zarê berpirsekî Koçka Spî parve kiriye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump sibe li Erebistana Siûdî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera dibîne û silavekê li wî dike.
Malpera Monitor îro (Sêşem, 13ê Gulana 2025ê) parve kiriye, “Serokê Amerîkayê Donald Trump sibe (Çarşem, 14.05.2025) li Erebistana Siûdî Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera dibîne.”
Rojnameya Times a Brîtanyayî duhî (Duşem, 12ê Gulana 2025ê) parve kiribû, “Ehmed Şera amade ye ku herêmeke bêçek ava bike û herwesa rêyê bide Israîlê ku li başûrê rojavayê Sûriyeyê hebûneke leşkerî hebe.”
Rojnameya Timesê eşkere jî kiribû ku, biryar e Ehmed Şera di wê hevdîtinê de ji Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza rakirina sizayên li ser Sûriyeyê bike, li beranberî destberdana Sûriyeyê ji çend pirsan.
Televizyona Sûriyeyê jî parve kiriye ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump di konferasneke rojnamevanî de li Erebistana Siûdî ji rojnamevanan re got, “Belê, ez difikirim ku em dê bi Şera re bicivin.”