Bahçeli: Divê ji bo pêvajoyê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin

Bahceli-parlamento-info

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand divê ji bo pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo bipêşxistina pêvajoya çareseriyê daxwaza avakirina komîsyoneke bi beşdariya nûnerên 16 partiyên li parlametoyê kir û wî 7 xal jî pêşniyar kirin.

Devlet Bahçelî got ku bila ji nûnerên hemû partiyan 100 endamên komîsyonê hebin û wiha domand:

“Geşedanên li ser hev yên ku bi banga 27ê Sibatê ya Îmraliyê qalikê xwe şikand, 10ê Adarê PYD/YPGyê bi rêkeftineke têgihiştinê qebûl kir ku çekên xwe radestî Komara Erebî ya Sûriyeyê bike û tevlî saziyên rêveberiya nû bibe û 12ê Gulanê biryara PKKê ya çekdanînê û xwefesixkirinê, ji bo Tirkiye û welatên herêmê gavên pir bi xêr in.”

7 xalên ku Bahçeli pêşniyar kirin wiha ne:

“-Di serî de, ji bo xebatên komîsyonê bi awayekî berfireh û şefaf bên meşandin, divê komîsyon ji 100 endamên nûnerên 16 partiyên siyasî yên li parlamentoyê tên temsîlkirin pêk bê û li gorî şert û mercên xebatê komîsyon bên avakirin.

-Duyem, divê her partiyeke siyasî ya ku li parlametoyê nûnerên wê hene bi kêmanî bi endamekî were temsîlkirin û endamên din li gorî rêjeya temsîla partiyên ku komên wan hene bên diyarkirin.

-Sêyem, divê her partiyeke siyasî ya ku li parlamentoyê tê temsîlkirin, karibe du pisporên di warê xwe de ji bo xebata komîsyonê destnîşan bike.

-Çarem, divê komîsyon rê û rêbazên xebatê bi xwe diyar bike.

-Pêncem, divê Serokê Parlamentoyê serokatiya komîsyonê bike.

-Şeşem, divê biryar di komîsyonê de bi piraniya dengan bên wergirtin.

-Heftemîn jî divê biryarên ku di komîsyonê de tên wergirtin, ji aliyê parlamenteran wekî pêşniyarname bêne amadekirin û ji komîsyonên pispor ên têkildar û Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re bên pêşkêşkirin.”

Pustên heman beş