Rêxistina PKKê dibêje tevî ku wan biryara xwefesixkirinê daye, lêbelê hîn jî êrîşên dewleta Tirk yên li ser baregehên wan yên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.
Rêxistina PKKê ragihand ku artêşa Tirkiyê di çend rojên borî de gelek caran êrşî ser baregehên wan yên li Başûrê Kurdistanê kiriye.
Destnîşan kir, artîşa Tirkiyê rojên 17-18ê mehê sê caran bi top û balafirên şer êrşî baregehên wan yên li deverên Metîna û Garey kiriye û got: Di çarçoveya mafê xweyê rewa de, me bersiva êrşên artêşa Tirkiyê daye.
Berdevkê wezareta parastinê ya Tirkiyê Zekî Akturk hefteya rabûrî di konferanseke rojnamegeriyê de ragihandbû, êrîşên li dijî PKKê wê dewam bikin heta wê dema ku PKKe bi temamî ji holê tê rakirin.