Tirkiye û Amerîka tekezê li ser hevgirtin û aştiya Sûriyeyê dikin

Tirkiye û Amerîka tekezê li ser hevgirtin û aştiya Sûriyeyê dikin

Koma Tirkiye û Amerîkayê ya Karûbarên Sûriyeyê tekezê li ser nerîneke hevpar ji bo Sûriyeyeke aram û hevgirtî û herwesa aştiyê ji bo cîranên Sûriyeyê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Çarşem, 21ê Gulana 2025ê) di ragihandinekê de eşkere kir, “Li ser bingeha hevfêmkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Amerîka û Tirkiyeyê pabendbûna xwe ji bo zêdekirina alîkarî û hevahengiyên navbera xwe ji bo aramî û ewlehiya Sûriyeyê tekez kir.”

Di wê ragehandinê de herwesa hat gotin, “Amerîkayê li Waşintonê mêvandariya gereke din a civînên Koma Amerîka û Tirkiyeyê ya Karûbarên Sûriyeyê kir, ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Christopher Landau û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Noh Yilmaz serperiştiya wê civînê kir.

Her di çarçoveya wê hevdîtinê de, behsa rakirina cezayên li ser Sûriyeyê û rûbirûbûna terorê jî hat kirin.

Tirkiye û Amerîkayê tekez li ser nerîneke hevpar ji bo Sûriyeyeke aram û vegera bi mîlyonan xelkê Sûrîyeyê ji bo welatê wan jî kir. Herwesa tekez li ser rêgirtina li parçebûna Sûriyeyê jî girt.

Pustên heman beş