Dewleta Tirk, Öcalan û PYD Çi Dolaban Digirin?

Dewleta Tirk, Öcalan û PYD Çi Dolaban Digirin?

Dewleta Tirk, bi hevkariya Abdullah Öcalan û şaxê wê yê siyasî li Rojavayê Kurdistanê, PYD’ê, di derbarê paşeroja herêma Kurdî ya Sûriyê de planên veşartî dimeşîne. Armanca van planan çi ye û çima ev pêvajo bi awayekî veşartî tê birêvebirin?

Berpirsiyarê PYD’ê Aldar Xelîl, di daxuyaniyekê de ragihand ku heyetek dê ji bo gotûbêjkirina qedera Rojavayê Kurdistanê bi hikûmeta Şamê re têkiliyê deyne, lê ev heyet tenê dê bi navê rêveberiya “Bakurê Sûriyê” (PYD) biçe. Ev daxuyanî piştî konferansa 26’ê Cotmeha 2025’an a li Qamişlo tê, ku tê de biryar hatibû girtin ku “heyetek hevpar a Kurdan biçe Şamê”. Lê çima PYD vê biryara hevpar red dike?

Plana Öcalan û Dewleta Tirk

Sedema vê yekê, plana hevpar a dewleta Tirk û Abdullah Öcalan e, ku bi navê “paradîgmaya nû” tê binavkirin. Li gorî vê planê, “herêma Kurdî ya Sûriyê bêyî daxwaza statuyekê dê radestî rêveberiya Şamê bê kirin.” Ev biryar bi awayekî veşartî, bi rêya têlefon û nameyan, di navbera dewleta Tirk û Öcalan de hatiye koordînekirin bi serkirdeyên PYDê re. Piraniya kadroyên Kurd ji van danûstandinan ne agahdar in, ji ber ku Öcalan û PYD ditirsin ku ev plan di nav Kurdan de bertekên tund çêbike.

Eger heyetek hevpar a Kurdan biçe Şamê, plana “radestkirina Rojavayê Kurdistanê ji hikûmeta Şamê re” dê bi eşkerî derkeve holê. Ji ber vê yekê, PYD dixwaze gotûbêjan bi tenê bi înîsiyatîfa xwe bimeşîne, da ku ev rastî ji Kurdan bê veşartin.

Ji sala 2012’an ve, PYD’ê gelek caran li Duhok û Hewlêrê bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) re peyman îmze kirin, lê tu carî li gorî van peymanan tevnegeriya. Di konferansa Cotmeha 2025’an a li Qamişlo de, hin derdorên Kurdan hêvî dikirin ku yekitiya Kurdî dê pêk were. Lê ev konferans, wekî ku min berê jî gotibû, encamek derxist holê ku tenê li ser kaxezê ma. Daxwazên konferansê nezelal û bêîstiqrar bûn, ji ber ku armanca PYD’ê ne yekitî, lê xapandina aliyên din ên Kurdan bû, da ku wan di bin kontrola xwe de bihêle û bike şirîkê pîlanên xwe.

Daxuyaniya Aldar Xelîl, ku piştî banga Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat, vê yekê eşkere dike. Erdogan ji rêveberiya Şamê xwest ku “peymana bi PYD’ê re zûtirîn dem bê cîbicîkirin.” Gelo ev peyman çi ye?

Ma Kurd ji vê peymanê agahdar in?

Çima PYD van gotûbêjan bi dizî dimeşîne, heta ji hin kadroyên xwe yên nêzîk jî vedişêre?

Kurdên ku hê bawer dikin ku PKK, Öcalan, Mazlum Abdî (ku wekî “kurê manewî” yê Öcalan tê binavkirin) û PYD dê xweseriyekê ji bo Rojavayê Kurdistanê bidest bixin, di xeletiyekê de ne. Armanca damezrandina van rêxistinan ne bidestxistina mafên Kurdan e, lê berevajî, pêşîlêgirtina statuyek mayînde ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ev yek di dîroka wan de jî eşkere ye: PKK û PYD her tim li dijî yekitiya Kurdan û destkeftiyên wan ên siyasî tevgeriyane.

Rewşa Jeopolîtîk û Rola Hêzên Navneteweyî

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ne tenê dewleta Tirk, Şam û PYD hene. Hêzên wekî Emerîka, Fransa, Hêzên Hevpeymanan û Îsraîl jî li herêmê xwedî bandor in. Pirs ev e: Gelo dewleta Tirk bi tena serê xwe dikare vê plana xwe bi ser bixe û Şamê ji nû ve ava bike?

Ev mijarek e ku cihê nîqaşê ye. Hêzên navneteweyî, bi taybetî Emerîka û Fransa, di parastina destkeftiyên Kurdan de rolek girîng dilîzin. Eger Rêveberîya defakto ya Rojavayê Kurdistanê, daxwazên Dewleta tirk û Ocalan qebûl bike, wê piştgirîya navnetewî wenda bike û bi tena serê xwe di nav destê Tirkîyeyê û Şamê de bimîne. Ev malxerabîya kurdên Rojavayê Kurdistanê bi xwe re tîne.

Rêya Parastina Destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê

Yekane rêya parastina destkeftiyên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ew e ku Kurd xwe ji bandora PKK û PYD’ê rizgar bikin. Divê Kurd bi Emerîka, Fransa û Hêzên Hevpeymanan re têkiliyên xurt bikin, da ku di çarçoveya Sûriyeyek federal de destkeftiyên xwe biparêzin û rewşa xwe ya de facto bigihînin asteke fermî ya navneteweyî.

Eger Kurd di vê pêvajoya krîtîk de daxwazên dewleta Tirk, Şamê û Öcalan red nekin û bi hêzên navneteweyî re hevkariyê nekin, dibe ku destkeftiyên xwe winda bikin.

Dem pir girîng e. Rojavayê Kurdistanê divê daxwazên xwe bi zelalî diyar bike û bi awayekî yekgirtî tevbigerin, wekî din metirsiya windakirina hemû destkeftiyan heye.

Pustên heman beş