Çekdarekî YBŞ’ê bi sûça terorê hat girtin

Yek ji çekdarên YBŞ’ê li Sinûnê bi sûça encamdayîna karên terorîstî ji aliyê leşkerê Îraqê ve hat desteserkirin û ji boy Bexdayî hat veguhestin.
Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, yek ji çekdarên YBŞ’ê yê bi navê “Namis Cindî Ehmed Şerqî” ku ji şêniyên gundê Bêrcarî yê ser bi Sinûnê ye, di 30/4/2025an de bi sûça terorê ji aliyê leşkerê Îraqê ve hatiye desteserkirin û ji boy Bexdayê hatiye veguhestin.
Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, Namis yek ji çekdarên yekîneyên Parastina Şengalê ye û di lîwaya Sahir Teyawî de dixebitî.
Hat zanîn, mamekî vî çekdarê YBŞ’ê ku navê wî “Hindî Ehmed Şerqî”ye jî ji aliyê hikûmeta Îraqê ve bi sûça encamdayîna terorê daxwazkiriye.