Du Kongressmenên Amerîkî daxwaza sepandina cezayên aborî li ser Iraqê dikin

oe-Wilson-û-Gregory-Steube

Du endamên Kongressa Amerîkayê, Joe Wilson û Gregory Steube, di nameyekê de ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re, daxwaza sizakirina Iraqê kirin, ji ber ku bi temamî di bin kontrola Îranê de ye.

Her du kongressmenan di du tweetên cuda de nameyeke sê rûpelî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re şandine û tê de nîgeraniya xwe li hemberî rewşa Iraqê anîne ziman. 

Di nameyê de hatiye gotin: “Em nîgeran in ku Iraq bi temamî teslîmî Îranê bûye. Tevî ku zêdetirî 4,400 serbazên Amerîkî di şerê Iraqê de bûne qurbanî, lê ji bilî ku Iraq bûye bûkika destê Tehranê, heta niha tiştekî din nekiriye.”

Di nameyê de, her du kongressmenan rêveberiya Obama jî rexne kirine û gotine: “Obama û Brett McGurk, alîkariya serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî kirine, ku di encama rêveberiya xelet û zordariya siyasî li Iraqê de, DAIŞ serî hilda.”

Di nameyê de herwiha hatiye destnîşankirin, Îran ji bilî hêzên ewlehiyê, sîstema siyasî û aborî ya Iraqê jî kontrol kiriye û proseya siyasî ji bo berjewendiyên xwe û mana dilsozên xwe di desthilatê de qorix kiriye.

Di dawiya nameyê de, kongressmenan daxwaz ji Wezîrê Derve Rubio kirine ku komên çekdar ên ser bi Îranê ve li Iraqê, tevî Heşda Şeibî, bên sizakirin. Herwiha di rewşa ku Iraq gaza Îranê hawirde bike, bila bê sizakirin û hemû ew saziyên darayî yên Iraqê ku alîkariya Îranê dikin, bikevin lîsteya sizayan.

Pustên heman beş