Caş yan jî cehiş, bi wan kurdan tê gotin yên ku xwe û welatê xwe difiroşin û bi dagirkeran re di yek enî de dimînin û alîkariya dijmin dikin ji boy zêdetir dagirkirina welatê xwe. Pêş niha caş weke grûpên çekdar tev digerîn û bi çekê xwe li dijî hêzên şoreşger yên welatê xwe yên ku ji boy azadkirina Kurdistanê xebat dikirin, çalakî encam didan, lê belê cehşên niha weke grûpên siyasî tev digerin û di bin navê partiyên siyasî yanjî rojnamevan yan çalakavanên sivîl dirêjahiyê bi cehşatîya xwe didin. Ev peyv di çanda kurdan de weke heqaret tê bikaranîn û ji wan kesan re tê gotin ku xwe, welat û hemwelatiyên xwe ji boy berjewendiyên xwe yên şexsî difiroşin dijmin.
Di nîva duyemîn ya sedsala 20an de, kurdên ku alîkariya hikûmeta Îraqê dikirin weke caş hatin nasandin, hejmara wan jî ne hindik bû, ev caş bi hêsanî dihatin naskirin, çek bi wan re bû û bi eşkereyî bi dewletê re tev digerîn, van cehşan bêy şerm û fedî cehşatîya xwe qebûl dikir û encam dida, lê piştî Serhildana sala 1991an li Başûrê Kurdistanê rewş hat guhertin, êdî cehşên Başûr bi hemû awayan hewl dan cehşatiya xwe di bin maskeyên cuda da veşêrin. Her ev jî kirin, kesên ku niha cehşatiya xwe li Başûr berdewam dikin, hewl didin di bin maskeya partiyên siyasî, rojnamevan, siyasetmedar, çalakvanên sivîl û parlemanteriyê xwe vedişêrin, lê belê kar û kiryarên wan rûyê wan yê cehşatiyê di bin wê maskeyê eşkere dike.
Krîza mûçeyan û eşkere bûna rûyê cehşan
Piştî jinav çûna rejîma Baas di sala 2003an de, dewleta Îraqê û rêjîma Şîî eynî rêjîma Seddam û yên berî Seddam jî nekarî qebûl bike ku kurd li Îraqê ne bindest in û nekarî vê yekê hezm bike û xwest weke dagirkerekê were û liser erdê Kurdistanê rûne. Rejêma Şîe ya Îraqê di sala 2014an de bûdce û mûçeyên karmendên Başûrê Kurdistanê birrîn. Tevî ku dewleta niha ya Îraqê jî dixwest bi rêya leşkerî Kurdistanê dagîr bike, lê belê rewşa heyî rê bi wan neda weke rejêmên berê bi çek li dijî kurdan bisekinin, bi neçarî rêyên siyasî û aborî girtin ber xwe, herçend di sala 2017an de xwest bi çek Başûr dagîr bikin, lê nekarîn.
Krîza mûçeyan weke darekî di destê Îraqê deye ku li dijî Başûrê Kurdistanê bikar tîne, tevî ku cehşên Îraqê dizanin mûçe ne ji Hewlêrê belku ji Bexdayê tên, û Bexda wek şerekî taybet her mehê vê mijarê li dijî kurdan bikar tîne û dixwaze ev yek hemû heyvan rojeva kurdan be ka gelo mûçe dê were yan na û bi vê yekê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi birçîbûnê terbiye bike û wan li dijî hikûmeta Hewlêrê derxîne û îradeya siyasî ya li Başûr teslîm bigire, lê belê cehşên Başûr li dijî Hikûmeta Îraqê ti helwest wernagirin, ne bi tenê helwest wernagirin, bi berdawamî bi helwest û daxuyaniyên xwe hinceta ji boy vî karê hikûmeta Şîe ya Îraqê tînin û berpirs û hikûmeta Herêma Kurdistanê weke aliyê sûcdar destinîşan dikin.
Piraniya siyasî û parlamenterên qaşo li Başûrê Kurdistanê xwe bi opozîsyon didin nasandin, di esas de cehşên dewleta dagirker a Îraqê ne. Cehşatiya van kesan bi daxuyanî û karên wan yên rojane bi şêweyekî zelal dikeve ber çavên her kesê, lê belê ev cehşane di bin maskeyên cuda de dixwazin vê cehşatiya xwe veşêrin.
Ev cehş dema bi berpirsek hikûmeta Îraqê re dicivin, wî berpirsî bi “Birêz” bi nav dikin, weke koleyekî guhdariya axaftinên wî dikin, serê xwe ditewînin û nikarin yek peyv a ne bi dilê wî berpirsî bibêjin, lê belê bi ti awa bi berpirsên hikûmeta herêmê re nacivin, dema di medyayê de jî basî berpirsekî Hikûmeta herêmê dikin bi awayekî pirr bê edeb diaxivin, ti başiyeke Hikûmeta Herêmê nabînin lê belê xirabiyên hikûmeta Îraqê jî weke başî dibînin.
Banga PDK’ê ya ji boy civîna aliyên kurdî û ne amade bûna cehşan bi hincetên ne di rê de
Herî dawî Hikûmeta Îraqê bi nivîsareke fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agehdar kir ku ew nema bikaribin mûçeyên meha 5 ya îsal ji boy Herêma Kurdistanê bişînin, ev yek jî bi hinceta ku para Hikûmeta Herêmê di bûdceyê de bi dawî bûye, Hikûmeta Herêmê her di zû de bi daxuyaniyekê ev karê Îraqê red kir û bi datayên fermî bersiva wan da, piştre PDK’ê bang li hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku ji boy civîneke awarte û derbirîna nerazîbûna xwe li hember Îraqê li meqerê PDK’ê yê li Pîrmam amade bibin, lê belê dîsa weke her car bi hinceta ku divê aliyên siyasî li parlemana Kurdistanê bicivin û biryarê bidin ev banga PDk’ê qebûl nekirin û amade nebûn.
Hinceta van cehşan ne di rê de ye, ji ber ku ew bi xwe jî baş dizanin di parlementoya Kurdistanê de ew nikarin biryareke êklaker bidin, ji ber ku ev ne pirseke qanûnîye, belku pirseke siyasî ye û divê bi rêyên siyasî were çareserkirin. Ev hinceta wan bi tenê ji boy vê yekê ye ku rewatiyê bi helwesta xwe ya cehşatiyê bidin, ger ne wilu be ji kerema xwe ji derveyî PDK’ê û YNK’ê bila ew hêz helwestek tund li dijî dagirkeran nîşan bidin, lê ev yek ti carî pêk nayê, ew bi tenê dikarin li dijî Kurd û Kurdistanê hewlestên tund û axaftina ne layîq nîşan bidin û bikin.
Ev siyaseta Îraqê siyaseteke dagirkere û cehşên kurd jî zendên xwe rakirine ku vê siyaseta li dijî kurdan veşêrin.
Îraq petrola kurdan û hemû samanên kurdan pêşkêşî welat û şîrketan dike. Bes ji ber ku Kurd mafê xwe yê netewî bikar neînin petrola Kerkûkê firot şîrketa Birîtiş Petrol ya Îngilîzan. Petrola Xaneqînê firot şîrketeke Çînî. Lê ti yek ji wan aliyên qaşo Kurd û Kurdistanî ne û dixwazin her tişt li gor yasayê birêve biçe deng nekir, ti daxuyaniyek li dijî Îraqê nedan, berevajî her roj li dijî Hikûmeta Herêmê daxuyaniya didin û her tiştê bi sûcê Hikûmeta Herêmê dizanin, cehşên niha eynen wek cehşên berê dixwazin nasnameya dagirkeriya Îraqê veşêrin.
Medyaya van aliyên cehş ji boy rewakirina kiryarên dewleta Îraqê kar dike, nûçeyan çêdike ku Hikûmeta Hewlêrê, pêşmergeyan û Barzaniyan biçûk bixîne, Îraq mûçeyên Kurdistanê naşîne, medyaya van cehşan manşetan dihavêje û dibêje Barzanî mûçeyan nadin. Mûçe tê, vê carê jî dibêjin hikûmeta Îraqê mûçeyên Kurdistanê şandin. Ev wefadariyeka mîna wefadariya kûçikan e, erkê vê medyayê eve ku li krîza Rojhilata Navîn de ji boy Îraq li dijî kurdan serkeftinê bi dest bixîne, alîkariya wê bike.
Bi kurtasî, ti cudahî di navbera cehşên berê û yên niha de tune ye, cudahiya heyî bi tenê eve ku cehşên niha maskeyan li ber xwe dikin û rûyê xwe vedişêrin, lê ti maske nikarin rûyê reş ê cehşan veşêrin, û ti guman tune ye, îro ne sibe wê teqes gelê kurd hesabê ji van cehşan bixwaze.