Li Amerîkayê êrîşeke terorîstî pêk hat û 8 kes birîndar bûn

Li Amerîkayê êrîşeke terorîstî pêk hat û 8 kes birîndar bûn

Li wîlayeta Koloradoyê ya Amerîkayê êrîşî ser xwenîşdaneke piştevanîkirina Îsraîlê hat kirin. Berpirsên Amerîkayê jî dibêjin, “Ew êrîş terorsitî bû.”

Derengê şeva borî (Yekşem, 01ê Hezîrana 2025ê) li Boldera wîlayeta Koloradoyê ya Amerîkayê êrîşî ser xwenîşandanekê hat kirin ku ji bo piştevanîkirina Îsraîlê hatibû kirin, di encamê de heşt kes birîndar bûn û birîna yek ji wan giran e.

Li gorî polîsên Bolderê, navê êrîşkerî Mihemed Sebrî Silêman e, amûrekî agirhavêj ji bo êrîşkirina li ser xwenîşanderan bi kar aniye û di dema êrîşkirinê de jî drûşmên “Azadî ji bo Filistînê” gotine.

Birêveberê Giştî yê Nivîsîngeha Hewalgiriyê ya Federal (FBI) Kat Patel jî ji aliyê xwe ve got, “Ew êrîş êrîşeke terorîstî ye, xwenîşander kirine armanc û lêkolîn hatine destpêkirin.”

Herwesa malpera Axiosê ya nûçeyan ji zarê berpirsekî payebilind ê Koçka Spî got, “Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hûrgiliyên wê êrîşê hatiye haydarkirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, “Cihê terorê li welatê me yê mezin nabe.”

Balyozê Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî Danny Danon jî got, “Em li Amerîkayê rûbirûyî pêleke terorê ya dij Cihûyan dibin.”

Pustên heman beş