PKKe hilweşiya lê dikare 100 salên din jî li ser xwîna ciwanên Kurdan bangeşê bo xwe bike

3-gerila-zap-cileya-2025-net

Rêxistina PKKê nasnameya 3 çekdarên xwe yên din aşkere kir ku berî 5 mehan li herêma Zapê ketine ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest dabûn û mirina wan veşartî hiştbû.

HPGê duh roja duşemî 9 Hezîrana 2025ê nasnameya 3 çekdarên xwe yên bi navên kod: Ebas Baran, Lorîn Gever û Rewan Koçer aşkere kirin ku li Çileya îsal 2025ê li herêma Zapê ketbûne ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bûn.

PKKê mirina van çekdarên xwe jî 5 mehan veşart bû û ji nû ve îro hatiye gotiye me ew wendakirine û em wan bi rêzdarî bibîr tînin.

Di pesnê wan de PKKê ev 3 çekdar bi milîtan û fedakarên Apo pênase kirine û got ku fedayê Apo bin!.

Ciwanên Kurdan ji boy PKKê weke fîşeka li ber tivengê bûn, ew weke berixkan di şerê bê encam de dihatin feda kirin, ev rêxistin zarokên Kurdan bi navên Kurdistana şêrîn dixapandin, berê wan dida mirinê û piştre tê û bangeşê bo xwe bi xwîna wan dike.

PKKe her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de par vedike, ciwanên ku di sal û mehên berê de hatine kuştin û mirina wan veşartî hiştiye.