Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin

Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê de êrişên Israîlê yên li ser Îranê şermezar kirin û got:

“Em êrişa Îsraîlê ya li ser Komara Îslamî ya Îranê û bikaranîna hêza leşkerî di çareserkirina nakokiyan de şermezar dikin.

Ev bûyerên dawî rewşa aram û istiqrar a herêmê aloztir dikin û dibin gef li ser ewlehî û istiqrara herêmî û navneteweyî.

Rûbirûbûn û tedbîrên leşkerî, rewşê xirabtir dikin.

Di vê dema hestyar de, erkê civaka navneteweyî ye ku reaksiyona bilez û lezgîn nîşan bide û kar bike ku alozî û tevlihevî zêdetir belav nebin û di demeke nêz de pêşiya krîzê bigire.”

Pustên heman beş