Katz: Tehran li nêzîk baca êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê dide

Katz: Tehran li nêzîk baca êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê dide

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Israel Katz sibeha îro (Duşem, 16ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Tehran dê di demeke nêzîk de baca wan êrîşan bide.”

Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê herwesa got, “Îran bi merem sivîlên Îsraîlê dike armanc.”

Kanala 12ê ya Îsraîlê ji aliyê xwe ve got, “Ji destpêka şerî heta niha, Îranê 11 êrîş li ser Îsraîlê pêk anîne û 370 mûşek û zêdetirî 100 dronan bilind kirine.”

Rojnameya Jerusalem Postê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku, hejmara kuştiyên Îsraîlê ji ber êrîşên Îranê gihîştiye 19 kesan û 400 kesên din jî birîndar bûne.

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.