Şêwirmendekî Îranê: Zirareke wesa negihîştiye navendên atomî ku em nekarin çare bikin

Şêwirmendekî Îranê: Zirareke wesa negihîştiye navendên atomî ku em nekarin çare bikin

Şêwirmendê Serokê Parlementoya Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk Mehdî Mihemedî ragihand, “Êrîşa Amerîkayê ya li ser sê dezgehên atomî yên Îranê zirareke wesa nekiriye ku em nekarin çare bikin.” Amaje jî da, “Tehranê pêşwext amadekarî ji bo vê senaryoyê kiribûn.”

Şêwirmendê Serokê Parlementoya Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk Mehdî Mihemedî îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li ser platforma Xê nivîsiye, “Ew êrîşa li ser bingeha atomî ya Fordoyê ya nêzîkî parêzgeha Qomê tiştekî ecêb nebû. Berî demeke dirêj ew cih hatibû valakirin.”

Şêwirmendê Serokê Parlementoya Îranê ji bo Karûbarên Stratejîk herwesa got, “Em ji du tiştan piştrast in; a yekê, zanist û çand nayên bombebarankirin. Ya duyê jî, qumarbazên şerî vê carê dişikên.”

Mehdî Mihemedî tekez jî kir, “Ev çend roj in ku Tehran pêşbîniya vê operasyonê dike, herwesa bergiriyên asmanî jî di amadebaşiyê de ne. Wesa jî bandora wê êrîşê hatiye sînordarkirin, ku Waşintonê gotibû ku êrîşa sibeha îro bi balafira B-2 kiriye.”

Herwesa ajansa IRNAyê ya nûçeyan a fermî ya Îranê jî ron kiribû, “Madeya tîşkder di cihên atomî yên armanckirî de nebû, ev jî wekî bizavekê ji bo piştrastkitina xelkî ku ti tîrêjên atomî û karesat çê nabin.”

Ev daxuyanî piştî wê yekê tên ku Serokê Amerîkayê Donald Trump destpêkirina êrîşên asmanî bo ser dezgehên atomî yên Îranê li Fordo, Netenz û Esfehanê piştrast kir.