Amerîka: Me bernameya atomî ya Îranê bi temamî pûç kir

Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegseth û Serokerkanê Hevpar ê Artêşa Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê General Dan Kane îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) di derheqa êrîşa li ser sê bingehên atomî yên Îranê (Fordo, Esfehan û Netenz) de konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xist.
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, “Êrîşên me yên li ser dezgehên atomî yên Îranê pir serkeftî bûn û me bernameya atomî ya Îranê bi tevahî ji holê rakir”.
Herwesa got, “Me gelê Îranê û hêzên wî welatî bombebaran nekirine, me tenê tenê sê bingehên atomî bombebaran kirine, ku ew jî Netenz, Fordo û Esfehan bûn”.
Pete Hegseth amaje jî da, “Biryara êrîşa li ser bingehên atomî yên Îranê wêrek û bêhempa bû û çend mehan amadekarî jê re hatine kirin. Ev yek herwesa nîşana hêza artêşa Amerîkayê ye”.
Di derheqa bersivdana Îranê de jî tekez kir, “Her bersivek ji Îranê bê, em dê pir bi tundî li wan bidin”.