Divê rastiya kurdan çi be?

Bûbê Eser
Ev pirs, pirseke xweş, rast û delal e. Lê berfireh e. Ji ber ku kurd miletekî kolonî ye û ev sed salin ku dagirkeran welatê me perçe kirine. Bi perçekirina welêt, mejî û baweriyên kurdan jî li gor xwe guherîne.
Ji ber ku projeya Lozana 1923an ew bû ku divê dagirkeran di sed salan de hemî kurdên nava xwe qedandibana. Lê bi ser neketin. Ev proje bi azadiya başûrê Kurdistanê têk çû.
Ji ber, li ba miletê bê dewlet rastî zû bi zû peyda nebe. Ew mejî bêtir şexsî û berjewendiya kesayetiyê di nava xwe de vedihewîne. Ji ber vê ye ku rastî li ba gelê kolonî zehmet e. Dema kesekî an kesan rastî gotin jî ew ji teref civatê de weke kesayetiyekî ne normal tê zanîn an qebûl kirin. Loma pêşiyên me gotine: ”Kesê rastiyê dibêje, ji heft gundan têne qewirandin”.
Ji bona ku em weke Kurd rastiyê bibînin û bizanibin divê berî her tiştî em bibin xwedî dewlet. Asasê vê li başûrê Kurdistanê hatiye avêtin. Loma divê her kurd piştgiriya wir bikin.
Ji bona me kurdan rastî ew e ku divê herkes li gor berjewendiya gelê xwe û ji bona azadî û serxwebûna wî kar bikin. Divê kurd bibin neteweyî da ku bikaribin berjewendiya gelê xwe biparêzin. Divê hemî partî û kesayetiyên kurd berjewendiya gelê xwe di ser her tiştekî xwe re bigirin.
Ji ber ku kesên neteweperest, wê tim ji bona azadî û rehetkirina meletê xwe kar bike. Di nava vê de divê derew tune bin, hevdu xapandin nebe, Weke kurd divê em ji hevdu hez bikin. Şaşiyên hevdu bi zimanekî maqûl rexne bikin, başiyên hevdu bipesidînin.
Divê berê rastiya xwe û dûre jî ya gelê xwe bibînin da ku bikaribin karên baş bikin. Tevger û partiyên bi deh kesan be û doza kurdistaneke serbixwe bike ev li hev nayê. Divê em li gor rastiya gel û ya partiyên xwe tevbigerin da ku bikaribin rastiyê bibînin.
Lê mixabin îro li bakurê Kurdistanê rastî nemaye. Loma yekîtiyek neteweyî pêk nayê. Heta ku Kurd rastiya xwe û welatê xwe nebînin dê nikaribin xwe azad bikin.
Helbet ji bona rastiyê mirov dikare gelek tiştan bêje û binivîsîne. Lê bawerim hate em weke Kurd vê fêm bikin, divê em kurd li gor rastiya xwe û welatê xwe tevbigerin. Sedema ku ev sed salin em bindestin û nikarin xwe azad bikin ew e ku em rastiyê nabînin, nabêjin û li gor rastiyê tevnagerin.
Lê dema hin binivîsînin û bêjin jî ew ji teref gelek kesên berjewendî perest tê bincilkirin. Ji ber ku gelek caran rastî nayê hesabê kesê ku ne rast tev digerin.
Heger îro em bala xwe bidin endam, rêber û desthlata gelek û partiyên dibêjin: Em Kurdistanê ne, piraniya wan li ser navê welêt, karê sexsî û malbatî dikin. Ji bona karê xwe ê şexsî jî partiyên xwe bi kartînin.
Ji ber vê pîwîst e ku her partî ji nûde endam û rêvebirên xwe berçav bikin, dîrok û raberduyên wan fêrbinin da ku bikaribin pêşî bi hevre tevger û partiyên Kurdistanî vekin û di bin konekê neteweyî de yekitiya xwe pêk bînin.
Heger di partiyekê de karên hevbeş tune bin. Heger di partiyekê de li gor zanîn û kanîna endaman kar neyê parvekirin. Heger di partiyekê de kesên çalak, jîr û zana ji yên kambax, berjewendîprest û tirsonek ji hevdu neyên veqatandin, ew partî bi sernakeve.
Loma gelekî girîng e ku divê berê her partî rastiya xwe bibînin. Bi vê dîtinê jî dê sedemên ku bi pêşnakevin dê bê dîtin.
Heger partiyên me yên kurdistanî, li gor van rastiyên min anîn zimên tevnegerin, wê bi sernekevin. Piştî darbeya leşkerî ya 1980 ku li tirkiyê û li bakurê kurdistanê pêk hatibû ku civat, partî û tevgerên kurdistanî tarûmar ango ji hev xistibû ku ji bona rastiyê nebînin. Nebin yek, hemî rê û rêbaz hatibû bi karanîna. Êşa îro ya do ye. Heger weha here sibê wê ev êş xetertir û zalimtir be ku êdî miletê me heta sed salin din dê neyê ser hêşê xwe…