Ocalan çawa hewil dide înkara destûrê Tirkiyê bo Kurdan, rewa bike ?!

Yek ziman, yek ala, yek welatê ku nayê perçekirin
Maddeya 3ê ji destûrê bingehîn yê Tirkiyê dibêje: “Dewleta Tirkiyeyê, bi ax û gelê xwe, yekîneyeke yekpare ye. Zimanê wê Tirkî ye. Ala wê alayeke sor e bi heyvek spî û stêrkek spî. Sirûda wê ya neteweyî Sirûda Serxwebûnê ye. Paytexta wê Enqere ye.”
Ev bend ne tenê bendek yasayî ye, lê belê daxuyaniyek îdeolojîk e ku bi zimanê destûrî hatiye pêçandin. Ew ne tenê sembolên serwer ên dewletê diyar dike, lê di heman demê de nasnameyan dabeş dike, zimanan derdixe û “welatekî yekgirtî” ava dike ku tê de ji bilî Tirkan tu gelên din tune ne.
Li vir, destûr dibe nexşeyek nasnameyê, ne edaletê. Ji Kurdan tê xwestin ku di welatekî de bijîn û qebûl bikin tevî ku ala wî wan temsîl nake, sirûdek ku bi zimanê wan nîne û welatekî ku hebûna wan û zimanê wan nas nake.
Ziman wekî Amûrek Kontrolê: Dema Peyv Dibin Dîwar
Maddeya 3an destnîşan dike ku bi tena serê xwe zimanê Tirkî zimanê dewletê ye.
Ev ne sînordarkirinek îdarî ye, lê belê redkirina nasnameya gelekî ye.
Li welatên demokratîk, zimanê fermî li ser bingeha lihevgehiştinê tê pejirandin, ne ji bo redkirinê.
Li Tirkiyeyê, zimanê fermî ne tenê zimanê qanûnê ye, lê di heman demê de zimanê welatparêzî, wefadarî û meşrûbûnê ye jî, lê Kurdî wekî zimanekî “gefdar” tê dîtin, ku heke li dibistan, saziyan û heta li ser dikê jî were bikaranîn, ji hêla qanûnê ve tê cezakirin.
Wekî ku fîlozof Paul Ricoeur dibêje, “Ziman ne tenê amûrek e, lê qadeke nasnameyê ye.” Qedexekirina zimanekî, di bingeh de, qedexekirina hebûna gelê wî ye.
Gelo al sembola serweriyê ye yan sembola înkarê ye?
Ala her welatekî cîhanê sembola nirxên kolektîf, dîrokeke hevpar û qurbaniyên kolektîf e.
Lê belê, wekî ku di maddeya 3an de tê vegotin, ala Tirkiyê li ser bîranînek ku bi xwîna Kurdan hatiye boyaxkirin bi ba dikeve.
Çawa Kurdek dikare wê wekî sembola welat bibîne dema ku ew li ser bingehên îşkenceyê, gundên şewitî û zindanên ku bi şervanên azadiyê dihatine tijîkirin dihejiya?
Sembol bi zorê nayê ferzkirin, û ne jî dikare bibe nirxek ji bo kesên ku wan temsîl nake.
Li vir, têgeha “yek al” hildiweşe dema ku ev al ne encama dîrokek hevpar be, lê belê encama ferzkirinek bi zorê li ser gelek gelan e.
Yek Welat… li ser Cenazeyê Dîrokê?
Madeye 3an têgeha “welat wekî hebûneke pîroz û neparçekirî” dihewîne, û rastiya ku erd ne tenê yekîneyeke xakî ye, lê belê bîranîneke kolektîf e, paşguh dike.
Welat ne tenê nexşeyek e ku ji hêla leşkerî ve hatiye xêzkirin; ew cihê jiyana dîrok û çanda.
Lê gava ku welat wekî cihekî ku tenê “neteweya Tirk” tê de heye tê pênasekirin, Kurd di axa xwe de dibe xerîb, dagirkerê cihê xwe û ji dîroka xwe dûr e.
Ev ne yekîtiya neteweyî ye; ew bêdengiyeke kolektîf e ku ji hêla qanûnê ve tê ferzkirin.
Di navbera Ocalan û Maddeya 3yem de: Revîna ji Şer
Abdullah Ocalan, li şûna ku daxwaza betalkirina vê maddeya nijadperest bike, ew tê û bi teorîa “neteweya demokratîk” nêz dibe û hewl dide ku bi navê civak û jiyana hevbeş, navendîbûna ziman, zanist û netewebûnê derbasbike.
Lê pirsgirêk ne bi “rêvebirina civakê” re ye, lê bi înkarkirina civaka Kurd bi tevahî ye.
Tu çawa dikarî di bin destûrekê ku hebûna te nas nake behsa xwerêveberiyê bikî?
Tu çawa dikarî daxwazê bikî ku Kurd ala xwe bilind nekin, didemkê de ku destûr alayekî pîroz dike ku wan temsîl nake?
Hûn çawa dikarin daxwazê ji Kurdan bikin ku li ser welatekî hevpar biaxivin, didemekê de ku ew ji axaftina bi zimanê xwe tên asteng kirin?
Ocalan, li vir, asoyekê venake; berevajî vê, ew naskirina zimanê neteweyê bi ferhenga qurbanîbûna civakî diguherîne.
Di navbera Kanada, Swîsre û Tirkiyeyê de: Gelo al û ziman tên ferzkirin?
Li Kanadayê du zimanên fermî hene (Fransî û Îngilîzî), û dewlet pirrengiyê dipejirîne.
Li Swîsreyê çar zimanên fermî hene, û al federalîzmê temsîl dike, ne neteweperestiyê.
Li Tirkiyeyê, madeye 3an nasnameyek yekane bi yek rengek, yek sirûd, yek ziman û dîrokek bêdeng feriz dike.
fîlozof Hannah Arendt Ev yek wekî “neteweperestiyek girtî ku pirrengiyê wekî gef dibîne, ne wekî dewlemendiyek” bi nav kiriye.
Encam: Destûra Bingehîn a ku Asoyê wenda dike
Madeya 3an ne bendek rêxistinî ye, lê belê baweriyeke siyasî ye ku dewletê vediguherîne olek neteweyî, û Kurdan vediguherîne “cudaxwazên neteweyî” heya ku ew dev ji zimanê xwe, ala xwe û dîroka xwe bernedin.
Her gotarek “piştî-neteweperest” ku bi hilweşandina vê madeyê dest pê neke, gotarek xweguncandinê ye, ne rizgarbûn û naskirinê ye.
Welatekî rastîn bêyî zimanekî naskirî tune, alayek meşrû bêyî beşdariya sembolîk tune, yekîtî jî ne mimkun e dema ku li ser zilmê tê avakirin,.