Rêya xwedîderketina Şêx Seîd bi reddkirina Kemalîzm û Apoîzmê re derbas dibe

Îro em salvegera 100mîn a ku Şêx Seîd û hevalên wî ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatibûn sêdaredan, bi rêzdarî û minnet libîrtînîn û hember xebata wan serê xwe diçemin. Bîranîna wan di lêgerîna meşa azadî û serxwebûna netewa Kurd de her dem bûye qîblegeha azadîxwazan.
Û îro di salvegera 100 salîya wê de, Pêwîste ku xwedî li xebata Şêx Seîd û hevalên wî û tekoşîna ku ji me re hiştine derkevin. Ne bi gotinê lê bi kirinê, divê em vê xebatê ji nû ve têbigihînin û di dîroka Kurd de mafê wê yê rast pê bidin. Ev ji bo me hemûyan erkekî zor girîng e.
Serhildana Şêx Seîd û rolê dîrokî yê Tevgera Azadî ya ku rêxistinkarê vê serhildanê bû, ji aliyê Kurdan pêwîstî bi xwedîderketina wê heye. Serhildana Şêx Seîd ku 1,5 sal piştî Lozanê dest pê kir, serhildanek neteweyî ya herî berfireh bû li dijî sîstema qirker, dijî-Kurd hatibû kirin. Rexneyên li ser kêmasiyên taktîkî û mijarên teknîkî yên hundirîn, nirx û hêza vê serhildana mezin ji aliyê armanca neteweyî, derûnnasiya civakî û çanda berxwedanê ve ji bo Kurdan kêm nakin.
Lê îro wate û role dîrokî yê Serhildana Şêx Seîd di bin êrişek piralî de ye. Ji aliyekî de dîroka dewleta kolonyal a Tirkiyê Şêx Seîd û xebata wî wekî serhildanek (!) paşverû, olî, dijî-sekuler û bi teşfîqa Îngilîzan nîşan dide. Kemalist serkêşê vê şîroveya çewt dikin û dixwazin têgehekî dîrokî bi vî şêwazî biafirînin.
Ji aliyê din, Ocalan û rêxistina wî PKK li ser Şêx Seîd û xebata wî siyaseteke şerê taybet a du-alî dimeşînin.
Di êrişa Ocalan û partiya wî ya li ser Şêx Seîd û serhildana wî de rêbaza yekem rêbazek e ku li ser şîroveya Kemalistan pêktê. Ocalan jî li gorî şêwazê Kemalîstan Serhildanê weke “lîstîka Îngilîzan” pênase dike û serhildanê reşdike.
Ev şîroveya Ocalan xîyanetek e li dijî Şêx Seîd, hevalên wî û dîroka Kurdistanê. Lê ji bo veşartina vê rêbaza xîyanetê, vê carê rêbaza duyem bi kar tînin û wekî ku xwedî li Şêx Seîd derdikevin, mîna hespê Truva yê hewl didin naveroka bingehîn a prensîb û armanca serhildanê pûç bikin. Bi vî awayî hewl didin berteka ji gel tê ser PKKê jî asteng bikin.
Mînak, duh li Brukselê konferansek hate organîzekirin. Konferansa bi navê “Di salvegera 100 an de Serhildana Şêx Seîd, Tevgera Azadî, Şêx Seîd û hevalên wî, “bîr û îtirazkirina komî” ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya girêdayî PKKê, Civata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), Enstîtuyên Kurd ên Almanya û Belçîkayê ve hat organîzekirin. Her wiha hate îddîakirin ku Ocalan jî peyamek şandiye konferansê. Di peyamê de Ocalan gotiye “Rêça Şêx Seîd bi paradigma netewa demokratîk ve dê bighe wateya xwe.”
Ev konferans tenê şanoyek e ku ji bo veşartina teslîmbûn û xîyaneta Ocalan hatiye kirin. Ocalan ne li hemberî Şêx Seîd û ne jî li hemberî tu sazûmankarên dîroka Kurdistanê ne xwedî rêz û hûrmetî ye. Di şêwazê şîroveya dîroka Kurdistanê ya Ocalan de hemû serok û rêberên Kurdan belengaz, bêfikir û xayîn bûne. Li gorî şîroveya dîroka Ocalan, dîroka Kurdistanê bi PKKê despêkirî ye û ji bilî wî, çi tevgerek watedar û serokekî rêzdar nîne. PKK ji salên 1990 î ve vê nêrîna xwe li edebiyata xwe belavdike û hemû tevgerên Kurd ên dîrokî wekî tevgerên neteweparêz ên kevneşop pênase dike. Ocalan di diyalogên xwe yên bi Yalçın Kuçik re yên sala 1994 an de jî eşkere dibêje ku Şêx Seîd “ji aliyê Îngilîzan ve hatiye rêvebirin.”
Lê piştî çûna Îmralîyê Ocalan di şîroveya Şêx Seîd de bêtirs tevgerî û fermî êrîş li Şêx Seîd kiriye. Binêre ka di 13 şibata 2002 an de çi dibêje: “Xwedayê Mistefa Kemal ji Xwedayê Şêx Seîd xurttir e, nêrîna M. Kemal ya olî jî ji ya Şêx Seîd pêşketîtir e. Heta sala 1925 an Şêx Seîd li ku bû? Dema berjewendiyên wî zirar dîtin, derket meydanê.”û hwd. Lê Şêx Seîd û tevgera Azadî bi tûndî li dijî Peymana Lozanê derketibûn. Ocalan bi vî awayî dibêje ku Şêx Seîd tenê ji bo parastina dahat û samana xwe serhildan kiriye.
Heman Ocalan di dîdara xwe ya bi parêzeran re ya 14 hezîrana 2000 an de jî ji bo bêwatekirin a Şêx Seîd wiha gotiye: “Bi damezrandina Komara Tirkîyê re hemû azadiyên Kurdan dihatine nasîn. Atatirk, ji aliyê stratejîk ve nêzîk kêşeyê di bû. Bi rêjeyek girîng Kurd beşdarî Şerê Îstîqlalê bûn. Hetta eşîra me jî beşdarî kiriye. Birîtanya, mijarên nefta Mûsil-Kerkûkê hwd hebûn. Serhildana Şêx Seîd bi armanca tewîz ji M.Kemal girtinê hat plankirin û Kurd avêtin nava agirî. Ev serhildan ji bo Kurdan felaketeke mezin bû.”
Li gorî dewleta Tirkan Şêx Seîd mirovek cahîl, paşverû û dîndar bû. Heta nedizanî biaxive jî. Ocalan jî heman tişt dibêje û di dîdara xwe ya bi parêzeran re ya 23 gulan 2001 an de ku xwe bi Şêx Seîd re muqayese vê dibêje: “Şêx Seîd dema diçû sêdarê, derbarê pêvajoye de du peyv nekirin. Hikmeta min li vir de ye.”
Yanî li gorî Ocalan Şêx Seîd hetta dema diçû sêdarê jî ew qas cahîl bû ku nezanî tiştekê bêjît. Lê ew wisa nîne. Lê Ocalan li dadgehên Tirkiyê “ji dayikên eskerên Tirk ku di şer de mirin lêborînê xwest.” Şêx Seîd lêborîn ji kesê nexwast û teslîm nebû lê Ocalan teslîm bû. Ocalan dikare gelek axaftin bike lê ew bi gotina “dayika min Tirk e” xwest xwe ji sêdarê xelas bike. Şêx Seîd dema sêdaredanê bang kir û gotibû: “Dawiya jiyana min li dinyayê hat. Ez xwe di riya netewa xwe de fîda dikim, bi tu awayî peşîman nînim. Wê rojekê nevîyên min tola me ji dijminê me bistînin, ev ji bo min bes e.”
Dema em li jiyan û helwesta wan ya li hemberî mirinê binêrin, em dikarin vê bi eşkere bibêjin: Ocalan tu car cesaret nekirîye weke Şêx Seîd û hevalên wê bêtirs here ser mirinê de. Ocalan bi tevahî li dijî riya Şêx Seîd e. Hetta dijminê wê rê ye.
Heke em bi hesabekî hêsan bikin. Şêx Seîd ew kese yê ku pêşengiya serhildanên Kurd qebûl kirî. Mistefa Kemal ew kese yê ku Şêx Seîd sêdare dayî û Kurd qirkirî. Ocalan jî ew kese yê ku Mistefa Kemal wekî şoreşger û pêşverû pênase dike. Niha dipirsim gelo Ocalan nêzik Şêx Seîd e an jî nêzîkî Mistefa Kemal? Bê guman Ocalan Kemalistkîe yar 24 e. Gelo mirov dikare hem Kemalist be hem jî dilovanê Şêx Seîd be? Na…
Gelo mirov dikare hem Ocalan û nêrînên wî hez bike û hem jî dilovanê Şêx Seîd be? Na, Na
Rêberên Kurd ên dîrokî Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Şêx Ebdusselam Barzanî, Nûrî Dêrsimî, Nûredîn Zaza, Xalid Begê Cibrî û kesayetên ku ez nikarin li vir binivîsim di heman cephê de ne. Riya wan riya pîroz ya Kurdistanê ye. Cephê Ocalan jî bi Mistefa Kemal, Mahir Çayan, Denîz Gezmiş û Tirkên din ên xwedî armancên çepgir di heman cephê de ye. Riya Ocalan riya Tirkiyê ye. Di navbera van her du cephan de nakokiyeke xwînê heye.
Yanî Kurdên hêja; hûn nikarin hem Ocalancî hem jî Şêx Seîdcî bin. Hûn nikarin hem Ocalancî hem jî Kurdistanî bin. Rîya Kurdistanîbûn û rîya Tirkbûnê du rêyên weke erd û asman ji hev dûr in.